Diyarname
Vê hefteyê li Tirkiyeyê tenê sê fîlm derketin vîzyonê. Ji van fîlmê Can Loach bi "Sorry We Missed You" li pêşberî temaşevanan e.
Derhênerê navdar û muxalîf Can Loach bi fîlmê xwe "Sorry We Missed You" li qada sînemayê ye. Fîlmê ku îsal li Festîvala Fîlman a Cannesê di beşa pêşbaziyê de bû û meha borî li Stenbolê di Fîlmekîmî de ji hat nîşandayîn, niha dikeve vîzyonê.
Loachê ku li ser xeta sînemaya polîtîk dimeşe, bi fîlmên xwe muxalefetek mezin dike, di fîlmên xwe de cih dide çîrokan mirovên di bin zorê de ne di vî filmî de jî berê xwe dide qeyranek din: Qeyrana Aborî ya sala 2008'an ku bû sedem gelek kes bêkar û bar bimînin, yek ji wan kesan Ricky jî ji kar tê avêtin. Pêre jî barê malbatê giran dibe, deyn zêde dibin. Ricky ji bo barê malbatê hilgire di kompaniyeke kargoyê de barê belavkirina kargoyan digere ser milên xwe. Karê ku dê ji bo malbatê biba firsendek lê dibe sedeman rewşeke nû.
Fîlmê ku çapameniya Ewropayê pesnê wê da Kris Hitchen, Debbie Honeywood, Rhys Stone û Nikki Marshall têde dilîzin.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Sorry We Missed You / Derhêner Ken Loach
- Doctor Sleep / Derhêner Mike Flanagan
- Cep Herkulu: Naim Suleymanoglu / Derhêner Ozer Feyzioglu


