Diyarname
Dema Şaredarê Seray ê Wanê A.Kadir Çalişkan bi erebeya xwe li rê bû êrîşê wî kirin, xwestin bi awayekî qeza bike û tiştek pê bê. Çalişkan bi saxî ji bûyerê filitî.
Yek ji navçeyên kurdan du di vê hilbijartinê de herî zêde deng dan jî Seraya Wanê bû. Li Serayê HDP'ê sedî 94.3 deng girt. Ji bo girtina van dengan yek ji kedkaran ku xwedî parek mezin e Hevşaredarê Seraya Wanê A.Kadir Çalişkan e. Îro hinên dilreş xwestin tiştek bînin serê Çalişkan.
Êvara 10'ê mehê saet lidor 19'an Çalişkan ji Wanê dihat navçeyê û ew tenê di erebeyê debû. Li cihek nêzî Mamedalan a Qelqelî-Wanê pîqabek pêşî li erebeya Çalişkan girt. Ji ber ku Çalişkan nesekinî û bi lez ajotina erebeyê dom kir kesên di vê pîqabê de bûn evir bi ser erebeya wî de weşandin. Çalişkan bi xêra baş ajotina erebeyê, di xaçerêyek de her du erebe bi aliyek ve çûn û Çalişkan bi vî awayî xilas bû.
Hevşaredar A.Kadir Çalişkan got ku ew dê tu demê ji provakasyonên wisa netirsin, ev destên qirêj dê tu demê nikaribin bigihîjin armanca xwe.