Bruksel
Rewşenbîr û nivîskarê kurd Wezîrê Eşo ê 81 salî li Bruksela Belçîkayê wefat kir. Ji 20'ê vê mehê ve ew li nexweşxaneyê di beşa nexweşên giran de bû.
Wezîrê Eşo di 1'ê sermaweza 1934'an de li Tiflisa Gurcistanê hatibû dinê. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûk nivîsandin. Eşo li Zanîngeha Erîwanê xwend, paşê di sala 1963'yan de li beşa Kurdolojî ya St. Petesburgê wekî pisporê ser Kurdistanê kar girt ser milên xwe.
Wî di navbera salên 1964–1983yan wekî redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û weşanên Ermenistanê de kar kir. Di navbera salên 1983–1994'an jî karê redaktorî û wergeriyê di beşa weşanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cih anî.
Wezîrê Eşo di sala 1991'ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Şemo hat dîtin.
Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê wekî gelek kurdî ew jî çû Ewropayê û li Belçîkayê bi cih bû. Ji sala 1995'an ve li Belçîkayê di nav rewşenbîriya kurdî û azadiya ji bo kurdan de kar û xebata xwe dikir. Eşo ligel kurdî bi rusî, ermenî û gurcî jî dizanî.
Hin pirtûkên wî:
- Mizgînî
- Dengbêj kal bûbû
- Pamp–Sîpan
- Xaçatûr Abovyan
- Kurdzanê Mezin Qadatê Kurdo
Têbiniya Diyarnameyê: Ev fotoyê Wezîrê Eşo me ji ANF'ê girt, lê navê kesê/a kişandiye ne diyar e. Ger nav diyar bibe em dikarin nav binivîsin.


