Diyarname
Li gor lêkolînan li Tirkiyeyê kesek 1928 saet dixebite, li Hollandayê 1391 saet dixebite.
OCED li ser xebatê lêkolîneke kir. Agahiyên saetên xebatan ên sala 2006'an ên welatan dane ber hev û di encamê de karkerek li kîjan welatî salekê de çend saetan dixebite derxistine holê.
Li gor rapora "OECD Factbook 2008" di 30 welatên OECD'ê bi giştî karkerek salekê 1777 saetî dixebite, li 15 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ev reqem 1625 e. Yanê karkerek li welatê OECD'ê li dor sed û kisûr saetî ji karkerek li welatên YE'yê zêdetir dixebite.
Li gor lêkolînê li hin welatan saetên ku karker ji bo xebatê xerc dikin:
- Tirkiye; 1918 saet
- Hollanda; 1391 saet
- Norveç; 1407 saet
- Almanya; 1436 saet
- Fransa; 1564 saet
Lêkoşîn pêşkêş dike ku karkerek li Tirkiyeyê hem ji welatên karkerek li welatên endamên OECD'ê hem jî li gor welatên endamên YE'yê zêdetir dixebite.
Sendîkayan çendek berê xwestin 1'ê Gulanê bibe "Roja Betlaneya Fermî" lê Serokwezîr Erdogan ragihand ku li Tirkiyeyê ji xwe bi têra xwe rojên bêhnvedanê hene û ger biryareke wisa bigirin dê qezenca kar winda bibe. Niha li dinyayê li 135 welatan 1'ê Gulanê bi awayeke fermî roja bêhnvedanê ye. Û reqemên li kîjan welatî karkerek çiqas dixebite jî li jor in.
Nûçeyên Têkildar:
- TUSÎAD: Bila 1'ê Gulanê bibe cejn
- Ev dewlet 1'ê Gulanê qebûl nake
- Li 135 welatan 1 Gulan roja tatîlê ye, lê li Tirkiyeyê?
-