Diyarname
Şaredariya Batmanê pirtûkxaneyek vekir. Ev tiştek normal e lê aliyê ne normal ev e: Şaredariyê xwest navê nivîskar Mehmûd Baksî li pirtûkxaneyê bike lê Walîtiya Batmanê destûr neda. Û îro bêyî nav lê be Şaredariya Batmanê pirtûkxane vekir.
Şaredarî qata jorîn a ser Şînxaneya Pinarbaşî kir pirtûkxane. Hevşaredarên Batmanê Songul Korkmaz û Mehmet Demir, Hevserokê HDP'ya Batmanê Nizametin Toguç û endamên Kongreya Îslama Demokratîk û gelek kesên din beşdarî vekirina pirtûkxaneyê bûn.
Hevşaredara Batmanê Korkmaz bangî hemû xwendekaran û kesên gihîştî kir ku werin pirtûkxaneyê û jê fêde bigirin.


