1 sal 8 meh cezayê girtîgehê dan Hatîp Dîcle
AMED
Parlementerê berê yê DEP’ê Hatîp Dîcle jiber axatinek ya wî doz lê hatibû vekirin, bi hinceta ku di axaftina xwe de “propagandaya rêxistinê” kiriye 1 sal û 8 meh ceza lê hat birîn.
Parlementerê berê yê DEP’ê Hatîp Dîcle di 13’ê gelawêja 2009’an di civîna Salona Dawetê ya YeÅŸîlvadiyê ya Rêxistina Bajarê Çewlikê ya BDP dirust kirî de, jiber ku gotiye “Sê milyon mirovan gotiye Birêz Ocalan vîna mine” doz hatibû vekirin îro jî ew doz hat dîtin. Doza ku di 4’mîn Dadgeha Ceza ya Amedê de hat dîtin Dîcle tevlî nebû, parêzera wî Ferîde Laçîn amadebû. Parêzer Ferîde Laçîn da zanîn ku, mijarên ku miwekilê wî anîne ziman rastîne û fikrên xwe anîne ziman. Her wiha parêzer Laçîn da zanîn ku, “fikrên miwekîlê wî tundiyê nava xwe de nagire û jiber vê sedemê jî ez nedi wê qinetê de me ku sucê propagandayê tê de nîne” û serbest berdana Dîcle xwest.
PiÅŸtî parastinê civata dadgehê, Dîcle jiber sûcê maddeya “propagandaya rêxistinê” kiriye pêktîne ya TMK 7/2, 2 sal cezayê girtîgehê lê birî. Civata dadgehê rewÅŸa Dîcle ya baÅŸ di girtîgehê de berçav girt û ceza daxist 1 sal û 8 mehan.