Diyarname
Pirtûka Sîdar Jîr bi navê "Nasnameya Wêjeyê" ku ji gelek gotarên cura yên wêjeyî pêk tê derket.
Sîdar Jîr ku bi pirtûkên xwe yên çîrokan dihat nasîn demek dirêj ji bo Azadiya Welat nivîsên wêjeyî nivîsandin. Nivîsên di asta nirxandina wêjeyî de xwedî cihek taybet bûn niha bûn pirtûk. Pirtûk bi navê "Nasnameya Wêjeyê" ji Weşanên Lîsê derket. Her çiqas nivîs di bin sernavên cuda de hatibin nivîsandin jî gava ku pirtûk tê xwendin tê dîtin mijar hemû bi hev ve girêdayîne û têkel in. Her kesê vê pirtûkê bixwîne dê bikaribe nîqaşên li ser wêjeyê bibîne, pêre jî beşdar bibe.
Sîdar Jîr karê nivîsandinê wekî rêwîtiyek bi nav dike û xwendevanan jî vedixwîne vê rêwîtiyê.
Her wiha Sîdar Jîr roja 22'yê mehê (roja yekşemê) di standa Lîsê ya di Fûara Pirtûkan a Amedê de dê pirtûkên xwe îmze bike. Jîr piştî saet 13'yan dê li standê be, yên ku bixwazin vê pirtûka wî ya nû û yên berê bigirin û îmze bikin dikarin heta standa fûarê herin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Helîm Yûsiv: Zimanê tu pê dinivîsî dibe rihê te jî
- 3 nivîskarên me beşdarî 3 gotûbêjan dibin
- Fûara Kitaban ya Amedî ya diyinan dest pa kerd
- Vaye hemû çalakiyên Fûara Pirtûkan a Amedê
- Vaye weşanxaneyên beşdarî Fûara Amedê dibin