Stenbol
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahadîn Demîrtaş, mebûsê HDP’ê Sirri Sureya Onder û hunermend Kadîr Înanir hatin cem hev. Înanir bang li her kesî kir ku li dora HDP'ê bên ba hev û xwedî li dengên xwe derkevin.
Lîstikvanê navdar Kadîr Înanir di hevdîtinê de wiha got: “Li welatê me ji bo aştî û demokrasiyê divê teqez HDP bendê derbas bike.”
Înanir bang li her kesî kir ku li dora HDP’ê bibin yek û xwedî li dengên xwe derkevin.


