Diyarname
Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê hat Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hat ba hev. Hate gotin ku dê Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bêne ba hev.
Hate gotin ku serdema bikarneanîna çekê ya PKK'ê, sazkirina hikumeta Iraqê û pêşketinên siyasî yên nav welat dê mijara Barzanî û rayedarên dewleta Tirkiyeyê bin.


