Bawer Ronahî
Piştî bi saya serê facebooka pîroz (!) haya min jê çêbû ku lîstika Henrîk Îbsen a bi navê “Nora” careke din tê lîstin, ez bi coş û kelecaneke ecêb li benda roja çarşemê mam: 13’yê kewçêrê. An jî bi qewlê serhediyan, 13)yê çiriya pêşîn. Welehî ez henekan nakim şemamokên min. Ji ber ku nêzîkî çar-pênc mehan bû ku min ji xwe re digot “Kuro kero, here li vê lîstikê temaşe bike, eyb e şerm e…” filan û fîstan…
Noraya Îbsen = Nûrêya Me?
Ez bi kurtasî nav û eşîra lîstikê ji xwe re bi lêv bikim. Lîstik kurmancî ye. Orjînala wê di sala 1876’an de ji aliyê Henrîk Îbsenê norwecî ve hatiye nivîsîn. Sê sal piştre jî derketiye ser dikê. Li gor broşura lîstikê, Nora, wekî semboleke têkoşîna azadiya jinan hatiye destnîşankirin. Propagandaya broşura lîstikê wisa ye. Yanê heke hûn koala û teyrên keçel ên jixwerazî jî wekî min cahil û gundî bin û dest bavêjin broşurê, wê hêviya dîtina Jean D’arc’eke femînîst di dilê we de biteqe. Lêbelê, nirç!
Lîstik li ser entrîkayên di navbera pênc kesan de hatiye sazkirin û rengekî “takekesî” dide der. Ango, ji Noraya belengaz ku dibe beranê qurbana sextekariyeke biçûk, Jean D’arc an jî Wirgina Wolfek dernakeve. Bi qasî min temaşe kir, lîstika me bi fikra Noraya xwe, xwe nagehîne Nûrêya têkoşer, serhildêr û kurdewar…
Serpêhatiya Min û Kûmbaraci 50
Axir, ez ê meselê li der û deverên tenha û beyar naçêrînim gundor û zebeşên min. Li me qewimî û roja çarşemê hat. Kelecan û mereqa min bû sê kîlo û çar sed gram. Min kar-xebat-îş-teşqele tev di cih de hiştin û berê xwe da Kûmbaraci 50… Sal 2010, saet ji heştan bihûriye.
Ez gava ketim hundir, ji cahiltî û gundîtiya xwe hema min rasterast berê xwe da salona lîstikê. Camêr û canikekê jî negote min, “Kuro gundiyo, ne wextê lîstikê ye!” Min awirên tûj li salonê vedan. Êêê em neviyê Yilmaz Guney in oxlim, helbet wê ji me bitirsin.
Axirkelam, keçikeke şêrîn û şemamok ber bi min ve hat û berî ku tiştekî bêje, min stûyê gotina wê girt û bada: “Pardon yavrî qûş, lîstikê dest pê nekiriye ne wisa?”
Hurmetê bi tirkî, bi zimanek zor erotîze, ez helandim û ji min re qala panzdeh deqîqeyan filan kir. Got ku divê ez, gundiyê reben, li salona temaşevanan rûnim û sebr bikim. Mala minê Erzincan! Min wisa şerm û fedî kir ku ez nikarim ji we, şêniyên Medîneya Mukerreme re bêjim wellehî. Sedeqellah-ûl ‘ezîm!
Berî ku lîstik dest pê bike, divê ez cahiltiya xwe hinekî kamûfle bikim û qenebe broşura wan bixwînim. Erê, min eynî wiha got ji xwe re. Wisa dirêj jî bû kambax! Malî ava, hema bêje senaryoyek û sê kit romanên xweşik nivîsîbûn. Çi danasînek dirêj bû wisa… Lê bi sebr û tebat, min kurdî, tirkî û îngilîziya broşurê xwend. Êdî bi rastî jî ez li benda Jean D’arc bûm.
Ka Nûrê Li Ku Ye?
Sal û demsal bihûrîn, çol û beyar veguherîn deşt û zozanan, dîsa jî Jean D’arca min a femînîst û qehreman nehat. Norayê, -ku kurdî Aydin Orak wekî Nûrê li hev anîbû- bi çend teşqeleyên ser parêzeriya mêrê xwe Torvald, mirina bavê xwe, çend “mektûb”ên deyndariyê (ku wergêrî nexwestibû jê re bêje ‘name’) û filan fîstanan, dixwest ku vê meseleya li ser şexsîbûna azadiya jinekê, hinekî ji hev veçirîne û xwe bigihîne deşta femînîzmê. Ji xwe mînaka ku di danasînê de hatibû qalkirin jî bi vî rengî bû: Meseleya Salih û Nurê…
Heke we ji dengê Karapêtê Xaço guhdarî kir, hûn ê xwe bigehînin evîn û hewldana Nûrê û bi ser de jî xayintiya Salih. Paraleliya çîroka Nûrê û Norayê dibe ku li ser tekoşîna azadiya jinan ji me re tişt miştên nêzîkî hev bêjin. Yanê tu ferqa xayintiya Torvald û Salih tune. Wisa dixuye lê belê li ser dikê tiştek din heye.
Amenna û ser çavan teyrên baz ên Kurdistanê. Lê femînîzm û têkoşîna azadiyê ku danasîna lîstikê jî, nivîsa wergêr-lîstikvan Aydin Orak jî* ji me re propagandaya wî dikin ne li ser dikê ye ne jî li holê ye. JI BER KU DU KARAKTERÊN LÎSTIKÊ KÊM IN.
Koma şanoyê ku ev lîstik amade kiriye piştî nîqaş û nelihevkirinekê navxweyî belav bûye. Sedem û “çima”yên vê meselê ez bawer im hinekî şexsî ne û dûdirêj in. Min şole pê nîn e, bi qewlê şêniyên Çiyayê Simbilê. Lê heyf û mixabin ku ez heta dawiya lîstikê bendê mam ku pênc karakterên lîstikê derkevin. Mamafîh şemamokên min, sê karakteran pertala ku di destê xwe wekî metafora fen û fûtan dikişkişandin, dawiyê jî Norayê ji me re digot ku ew cil û bergên wê ne filan, û wisa wisa lîstika xwe birin serî. Çîroka wan çû deştê lê di hişê min yek ji dê û bavên me jî neçûn biheştê.
(Divê ez li vir eşkere bikim ku kêmasiyên lîstikvanan ez nas dikim: Bêrîvan Ayaz û Aram Kilavûz. Bi tevî kar û baran, fikra min ew bû ku piştgiriyekê bidim xebatên hevalan, nas û dostan filan. Û ez pê dizanim ku xanima ku derhêneriya lîstikê dike –Jale Karabekir- qiruşek jî kurdî nizane. Va ye ji we delalîkên dilê min re trajediya Norayê û cot-trajediya zimanê kurdî… Ji xwe hema bêje bîst temaşevan hebûn û ji bilî min, gundiyê reben, hemû tirk an jî biyanî bûn. Peyvek kurdî neket guhê min ê kerr ku ez ji xwe re bêjim; “Hah, va ye Cimoyê Miheme Elî jî hatiye…”)
Dekor, Reqs û Muzîk
Qutîka postê, du maske û du hesinên dirêj ku ji bo maskeyan hatibûn danîn… Ji bilî van min dekor û xalîçeyek an jî minderek bo mêvanan filan nedît. Li ser dikê Nora bi fîstan û kirasên xwe yên gulgulî hat û çû, hew!
Muzîk ji çend soloyên kemanê pêk dihat û di ber re ne “Salih û Nûrê”ya Karapêtê Xaço hebû ne tiştek din. Nizam heke ez hinekî din cahil bûma û ji wan çîrok û çîrvanokan jî bêhay bûma min ê çawa paraleliyek di navbera serboriyên Nora û Nûrê de bidîta…
Destpêka lîstikê baş bû. Norayê reqsek sembolîk bi mêrê xwe Torvald û Krogstad re pêşkêş dikir. Lê mixabin Nora di wê sahneya tijî aksiyon de dikeniya…
Werger, Telaffûz, Ziman û Sukruktura Metnê
Werger “bêhempa” olmîş! Yanê wisa kifş bû ku ji tirkî hatiye wergerandin... Ne ku ez dijminê wergerên tirkî me. Lê qehr û aciziya min ji ber wê bû ku navê Kawa Nemir di binî de, beşa spasiyê de hatibû nivîsîn. Bi tevî alîkariya Kawa Nemir heke ew werger wisa çewt û çût hatibe kirin, xwelî li serê me hemû kurdan. Hemû hevokên dirêj bi tevî kompleksbûna xwe hatibûn wergerandin û di devê lîstikvanan de dirêjtir dibûn.
Bi ser de jî çima tirkî heyran? Ma ne birêz Kawa Nemir gelek der û deveran xweş tîne ziman ku werger divê ji zimanê orjînal bê kirin?.. Ê wergêrê lîstikê Aydin Orak ne norwêcî dizane ne ji
zimanê tivîlkan fêm dike, helbet wê ji tirkî wergerîne. Heke em ji bilî zimanên nêzîkî me, wergera xwe her û her li ser zimanê orjînal bifikirin qedera me “bêwergermayîn” e qîz û xortên delal. Lewma jî bi ya min divê Kawa Nemir yan fikra xwe ya li ser pêwîstiya wergerandina ji zimanê orjînal biguherîne yan jî destûr nede ku navê wî tevlî metnekê wiha –ku ji zimanê resen/orjînal nehatiye wergerandin- bibe.
Feqîrî û belengaziya lîstikê ne tenê di hêla wergerê de bû helbet. Artikulasyonê tîpên kurdî bi giştî, telaffûza Norayê bi xwe jî –ku Şengul Ozdemîr wê karakterê dilîze- gelekî şaş û tehl bû. Ji bilî teredut û xweşaşkirinan gelek caran mirov fêm dikir ku bi fikra “hema em xwe ji vê hevokê jî xelas bikin, Xwedê mezin e” diaxivîn. Ecele dikirin û ji ber wê lezê jî sernivîsa tirkî gelek caran dereng dihat. Nora, erê bi maske, makyaja xwe û nîv-dekora xwe Nora bû. Lê bi zimanê xwe Nûrê nebû.
Heke mirov mîzansena sereke li ser pênc kesan saz bike û du kes ji ber nelihevkirinan dev ji lîstikê berde –an jî ji lîstikê bên derxistin, nizanim axir- ew mîzansen hilweşayî ye. Lê xanima ku bi tevî veqetina du karakterên girîng ev lîstik careke din derxistiye ser dikê û bi serbilindî navê xwe di binê lîstikê daye, ez nikarim bêjim derhêner e.
Rejî bi rastî jî karek zehmet e. Aydin Orak di nivîsa xwe de qala bejnûbala her du karakterên ku yek jê kurd û yê din norwecî ye, dike. Lê bi rengeke çawa: wekî mirov qala serkeftinek wisa “lituderûduryanêndinyayênehatîdîtin” bike. Rejîsor du karakterên xwe ji lîstikê derdixe an jî ew derdikevin –ferq nake- dû re berê xwe didin Norwecê û lîstika xwe pêşkêş dikin. Welle yabo xweş bazar e! Xwedêjêraziyekê/î jî negotiye ev lîstik “xesandî ye”, ka karakterên din, çima kêm in filan…
Dibe ku tiştek wisa qewimî be, amenna. Lê berî lîstikê çima ji temaşevanan re nabêjin ku “tiştek wiha qewimî, kasta me kêm bû, em ê lîstika xwe wiha pêşkêş bikin bila cahil û gundî li benda qehremanên femînîst nebin.. Şerma mezin, eyba giran! Lewma jî teşhîsa min ev e: derhênera lîstikê Jale Karabekîr “rejî” saz nekiriye, “rijî” saz kiriye mixabin.
Encamname
Belê hevalik û delalikên min ên wekî şekirê Amedê şêrîn! Hal û hewalê Norayê ev e. Heke hûn behsa Nûrê bikin, ji xwe min ew di lîstikê de nedît. Dibe ku ev cahiltiya min a belayê serê min rê nade ku ez bi hişmendiyek “geşbîn” li ser şano û şanogerên kurdan rexneyên xweş û seksî wekî morî û mircanan rêz bikim. Lê, şikir xwendina min heye û ez fêm dikim ku kasta vê lîstikê kêm e, hejiya ye û heta ku hilweşiyaye lê dîsa jî derhênera xwedî xîret û hêzeke bêhempa(!) lîstik adapteyî sê kesan kiriye û dîsa daye lîstin.
Amatorî ye ev. Berî her tiştî rêz û hurmet ji temaşevan re nîn e û lîstik bi hişmendiyek qaşo profesyonel hatiye amadekirin.
Meseleya sereke jî ev e ku sê kurd bên ba hev di navbera wan de şeş pirsgirêk derdikevin. Ji xwe encam sedemên xwe dide dest. Fiyasko!
__________________
* : http://www.radikal.com.tr/Radikal.aspx?aType=RadikalEklerDetay&ArticleID=1021046&Date=14.01.2010&CategoryID=42
***
***
- Ji bo nivîsên li ser NÎQAŞA ŞANOYA KURDÎ li beşa NÎQAŞ'ê binêrin


