logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Mîhrîcana Govendê tê

  • Dîrok: 09/09/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Qamişlo

Piştî rawestîna 3 salan ji ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê û belavbûna COVID-19, Mîhrîcana Govendên Gelan a Şehîd Ronahî Bawer carek din li dar dikeve.

Mîhrîcana yekemîn di sala  2015'an li Herêma Cizîrê li dar ketibû, niha dê  6'emîn car li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo li dar bikeve. Li gor bernameyê roja 16'ê vê mehê bi beşdariya gelek komên gavendê dê dest pê bike û 5 rojan bidome.

Mîhrîcan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê ji bo bîranîna şehîd Ronahî Bawer li dar dikeve. Armanca mîhrîcanê parastina folklor û destanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vejandina çandên ku bi dehsalan hatibûn windakirin e.

Govendên gel ên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên naskirin, ji ber rola wan di belgekirina girêdana wan bi xakê ve û vejandina dîrok û çanda herêmê xwedî girîngiyeke mezin in.

KOMÎTEYA AMADEKAR JI HEMÛ PÊKHATEYAN PÊK TÊ

Komîteya Amadekar bi dirûşma "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" mîhrîcanê li dar dixe. Di nav komîteya amadekar de ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên kurd, ereb, suryan, ermen û çerkes hene. Her wiha endamên Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-ÇAND) û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de cih digirin.

Tê payîn ku roja yekem a mîhrîcanê saet di 15:00'an de dest pê bike û ji bo 5 heta 6 rojan bidome; ew jî li gor hejmara komên beşdar û bernameya mîhrîcanê ku dê di dema pêş de bê amadekirin.

ZÊDETIRÎ 25 KOMAN HENE

Endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û endama Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku îsal 5 komên jinan ên Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û zêdetirî 25 komên din ên giştî beşdar dibin.

Mizgîn Çolaq wiha axivî: "Dibe ku hejmar di rojên bê de zêde bibe, me dest bi amadekariya organîzekirinê kir. Her wiha me merc û qanûnên taybet jî danîn ku li gor wê jî hemû koman berî meha gelawêjê dest bi amadekariyê kir, da ku ew ji aliyê Komîteya Amadekar ve bên nirxandin."

ŞERT Û MERC

Komîteya Amadekar ji bo her govendekê 10 heta 15 deqe diyar kiriye, her wiha ku her komek ji 12 heta 20 kesan pêk bê, ji bo komên taybet (ên jin û mêran) divê ji 10 heta 20 kesan pêk bên.

Mercên mîhrîcanê wekî xweşikiya cilan û makyajê (deqê) li gor folklora her herêmekê, reseniya muzîkê, senaryo nû be û kom hevgirtî be.

BELAVKIRINA XELATAN

Roja dawîn a mîhrîcana îsal ne wekî ya salên berê ye, ku îsal govend nayên nirxandin, lê belê hemû komên beşdar dê bên xelatkirin û li gor folklora her herêmekê û bi armanca sererastkirina şaştiyan ew ê bên nirxandin.

 Endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û endama Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Mizgîn Çolaq diyar kir ku ji 25'an zêdetir kom hene, 5 kom tenê yên jinan in.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Heyeta HDP, DBP û KCD'ê çû Başûr

ad

Turk: Em xebatên xwe bi kurdî bikin

ad

Îdîa: Wê zimanê îngilîzî wekî zimanê fermî ragihîne

ad

PEN'a Melbourneyê Nedim Turfent kir Endamê Rûmetê

ad

Helbestvan Ferhadê Içmo wefat kir (Hat nûkirin)

ad

‘Şahiya Hêrsê’ ya Jaklin Çelik bi kurdî derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname