Berfîn û Beybûn qedexe ne
AMED
Ji 5 navên bi kurdî ku Þaredariya Kayapinara Amedê daye parkên ku hatine temamkirin Walîtiya Amedê 4 nav ê qebûl nekirin.
Walîtiyê ji navên Gulistan, Beybûn, Daraþîn, Nefel û Berfînê ku bi biryara yekdengî ya ji aliyê Meclisa Þaredariyê ve hatibûn qebûlkirin tenê navê Gulistanê qebûl kir û navên din red kir.
Meclisa Þaredariya Kayapinara Amedê di 7’ê gulana di 2005’an de bi yekdengî biryar girt ku ew ê navên Nefel, Gulistan, Beybûn, Daraþîn û Gulistanê bidin 5 parkên ku ji aliyê Beþa Park û Baxçeyan hatine çêkirin. Ev biryara Meclisa Þaredariyê Walîtiya Amedê re hate þandin.
Walîtiya Amedê bi îmzeya Walî Huseyîn Avnî Mutlu di 10’ê hezîrena 2008’an de nivîsek ji þaredariyê re þend. Di nivîsê de tê gotin ku navên ku ji aliyê Meclisa Þaredariyê ve hatine dayîn hatine lêkolînkirin û di encama vê de tenê navê Gulistanê hatiye qebûlkirin. Lê navên din jî bi hinceta ku “ne li gorî 24’emîn madeya rêziknameya navnîþan û numerayan e” ji ber vê yekê jî nehatina qebûlkirin.
Piþtî ku walîtiyê navên Nefel, Beybûn, Berfîn û daraþînê qebûl nekir di 9’ê tîrmeha 2008’an de Meclisa Þaredariya Kayapinarê careke din civiya. Di encama civînê de biryar hate dayîn ku ew ê navê Berfînê bidin parka li taxa Peyasê ya li kolana 288’an, navê Nefelê bidin parka li kolana 225’an, navê Daraþînê bidin parka ku di navbera kolanên 229 û 231’an û navê Beybûnê jî bidin parka li kolana 158’an a li ser cadeya Dîclekantê. Piþtre ev biryar ji Walîtiya Amedê re carake din hate þandin.
Walîtî navan wekî cudaxwazî bi nav dike û loma qebûl nake.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin