Zekî Ozmen
Hunermenda kurd Tara Caf li Frankfurtê ji bo hezkirên hunera xwe konserek pêşkeş kir. Cafê dilê xwendekaran geş kir.
Di konsera ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Rêxistina Xwendekaran a Partiya Çep (Die Linke SDS) ve hate organîzekirin de, gelek xwendekar û hezkiriyên hunera Tara Caf amade bûn.
Di destpêka konserê de ji komîteya amadekar Meral Çîçek behsa jiyan û hunera Tara Caf kir û da zanîn ku ew bi deng alava xwe ya muzîkê harpê ve bûye yek.
Tara Caf jî di rêveçûna konserê de bi bîr xist ku navê harpê bi kurdî "çeng" e û ew di sedsala 17'emîn de ji aliyê kurdan ve hatiye afirandin.
Hunremned Caf ku digel gelek stranên ji herêma Hewremanê bi çenga xwe pêşkêş kir, bi beşdariya guhdaran strana "Malan Bar kir" jî bi zaravayê kurmancî strand.
Hunermenda kurd Tara Caf behsa evîna xwe ya bi çengê re jî kir û çeng mîna 'hevjîna xwe ya evînî' nîşan da. Caf bi strana xwe ya ku li ser çenga xwe çêkiriye dawî li bernameya anî.