Qedrî Sipranî
Zagon û qanûnîkekî meşhûr heye dibêjin; “Dîrok ji teref serdest û hêzdaran ve tê nivîsandin.”
Îro roj jî ligel hemû pêşdeçûyînên teknolojîk û teknîkî ev zagon li pêş çavên me û hemû dinyayê daweta xwe ji doh û pêr zêdetir geş dike û digerîne. Heke halê îro ev be, îcar dîroka kevn a ku îro raçavî me dikin çi hatiye ser, çi nehatiye ser hûn bifikirin. Helbet li ser vê mijarê mirov dikane pir tiştan bibêje, ji ber ku meseleya me ne ev e, niha ji bo ku mexsed û miradên me yên bi mijarê ve eleqedar bê fêm kirin ew qas bes e.
Meseleya me ya di vê nivîsê da rastbûn û nerastbûna gotina Baba Tahir ku dibêjin gotiye: “Êvarê kurd razam, serê sibehê hişyar bûm ku bûme ereb.” Ev gotin ji berê de wekî qîlûqal hatiye gotin, îro em rast tên û dibînin di medya civakî de jî “ev gotina wî” tê parve kirin û tê nîqaş kirin, loma ji bo ku ev mesele ronî bibe min xwest nivîseke li ser binivîsim.
Di nav kurdan de li Bakur kesê ku dora ewil li ser Baba Tahir xebat kiriye û Dubeytî ya wî ji Lorî wergerandiye kurdî/kurmancî, Sabah Kara ye. Mala wî ava be.
Piştre me hew dît Kadrî Yildirim jî li ser heyata wî û tevî Dubeytî ya wî kitêb çap kir. Kadrî Yildirim bi Lorî dizane nizane ji kê çawa hîn bûye xêr û gunehê wî li stûyê wî.
Halê hazir her du kitêb jî niha li ber destên min nîn in lê wekî tê bîra min ev gotina Baba Tahir di wan her du kitêban da jî wekî gotegot û qîlûqal hatibûn nivîsandin, yanê çavkaniyeke sehîh an nesehîh nedabûn.
Niha li ber destê min kitêbek erebî heye, navê kitêbê: “Şerhu Kelîmatîn Baba Tahir 'Uryan” (Yanê: Şîrovekirina Gotinên Baba Tahir'Uryan)
Şîrovekarê kitêbê alim û zana yê mezin Qadi 'Eyn-ul Qudat Hemedanî ye.
Kitêb, şerha berhema Baba Tahir ya bi navê “Kelîmat-il Qisar” dike.
Di serê kitêbê de beşa ku ji bo jiyana wî hatiye veqetandin de behsa çend çîrok û serpêhatiyên wî dike, ji wan yek jê jî ev mesele ye, lê ne bi awayekî ku em dibêjin û parve dikin.
Wergera wê ev e:
“Dibêjin baba Tahir rojekê ji feqiyên medreseyek Hemedanê pirsiye; rêyek 'ilmê nîşanî min bidin, feqiyan jê re gotine; Di şeveke zivistanê de, di sarinceke tije ava wekî qirûbûzî de mirov bimîne, encax meriv dikare bi kêfetî 'îlim zeft bike. Li ser vê gotina wan Baba Tahir jî heman tişt pêk anîye, dema bûye sibeh, mêze kiriye qelbê wî bi nûra 'ilmê tije bûye, loma dema rabûye bi ji ber vê kêfxweşiyê gotîye: ‘Êvarê kurd razam serê sibehê hişyar bûm ku bûme ereb’.”
Ji ber ku erebî zimanê Qur'anê ye, perwerdehiya îslamî ya wê demê tevde bi erebî bûye, Baba Tahir pir xwestiye ku erebî hîn bibe, li gor vê gotegotê Baba Tahir ne ku bi salan li medreseyê bixwîne û erebî hîn bibe, bi saya riyazetê di yek şevê da hemû tişt zeft kiriye. Helbet di nav ehlê tesewifê da efsaneyên bi vî awayî gelek in û xuyaye ev jî yek ji wan efsaneyan e.
Wekî encam em dikarin van tiştan bibêjin
1. Ev efsaneyeke û di tu çavkaniyek sehîh an nesehih de tune ye. Meşhûr bûye, li ser zimanan geriyaye heta roja me ya îro hatiye.
2. Welew ku Baba Tahir ev gotin gotibe jî, ne ku xwestiye bibêje ez ji kurdbûna xwe derketim, min kurdî ji bîr kir û ez bûm ereb. Wekî me li jor di kitêba navborî de jî wergera wê da; ji ber kêf û xiroşbûna ilm û hînbûyîna zimanê erebî wisa gotiye.
3. Ev gotin rast be jî ne rast be jî,ji ber ku bi sedan salan e tê gotin, ev jî îdîya kesên ku dibêjin Baba Tahir ne kurd e pûç dike û kurdbûnîya Baba Tahir bêşik û bêguman dike.
**
Nivîseke din a Qedrî Sîpranî ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- KurteCeribîn
-


