Diyarname
Şa'ir ez im lê...
"Hat; ku min bike şa'ir
ne ji min, ji şi'rê hez kir
rahişt ristê, li vir hiştim
piştî ku çû têgihîştim
ku şa'ir ez im
lê şi' bû ew a ku çû
4 adar 2012"
(Arjen Arî, ji pirtûka wî "Heftê û du Nefî", Weşanên Evrensel)
Helbestvanê mezin Arjen Arî di 30'yê kewçêra 2012'yan de ji nava me bar kir. Îro salvegera wefata wî ye. Îro ew dîsa hat bibîranîn. Em bi vê çarîna wî ku li jor me weşand wî bibîr tînin. Di vê navberê de endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, Pena Kurd û xebatkarên Evrensel Basim Yayinê çûn ser gora Arî û ew bibîr anîn.
Pirtûka wî "Heftê û du Nefî" ji helbestên wî yên ku berê nehatibû weşandin lê piştî wefata wî hatin berhevkirin û îsal derket...