Diyarname
Komek hezkirên kurdî ku bi navê "Kurdish For Tech" xebata xwe didomînin ji bo pergala adrdoidê bi kurdî jî bê sazkirin kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin.
Kampanyaya ku ji ser malpera "Change.org" hatiye dest pê kirin wisa tê gotin: "Ev ji Googleê û hilberînerên amûrên Anroidî re bangewaziyeke ji bo tevlîkirina kurdiyê wekî zimanê pergalê li ser pergala xebitandinê ya Androidê û amûrên Androidî."
Ew dibêjin cihê şermê ye ku di serdema zanyariyê de ku cihêrengî û pirzimanî li derdora cîhanê tê pîrozkirin, zimanekî bêhempa wekî kurdiyê ji hêla şirketên teknolojiyê ve tê piştguhkirin û wisa didomîni: "Kurd xwedî civakeke ciwan û geş in ku bi piranî li Rojhilata Navîn niştecih e û her wiha li dîasporayên cîhanê jî berbelav e. Piraniya wan bikarînerên dilxwaz yên teknolojiyê ne û dixwazin zimanê xwe li ser gelek platforman bibînin û bi kar bînin."
Metna berfireh li ser malperê hatiye belavkirin û daxwaza piştgiriya îmzeyan ji her kesî tê kirin.
Ji bo yên bixwazin piştgirî bidin û îmzeyê bikin lînk ev e:


