Diyarname
Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin got ku înternet projeyeke CIA'yê ye. Putin li St. Petersburgê axivî û got ku CIA her ku diçe vê projeyê zêdetir pêş ve dibe.
Putin got ku li hemberî vê projeyê mafê parastina Rusyayê heye ku xwe biparêze.
Li Parlemena Rusyayê vê hefteyê zagoneke nû li ser înternetê hate qebûlkirin. li gor vê zagonê platformên medyaya civakî yên biyanî mecbûr in li Rusyayê serverên xwe bi cih bikin.
Her wiha zagon di heman demê de agahiyên 6 mehên dawîn yên bikarhêneran jî kopî dike. Axaftina Putin jî rastî vê serdemê hat. Putin ev demeke dirêj e dibêje divê alternatîfeke înternetê ya welatê wî hebe.