Diyarname
Weqfa Cemal Nebez ji niha û pêde her sal dê xelake li ser navê Cemal Nebez bide kes an kesên li ser ziman xebat kirine. Weqfê ragihand ku îsal mamoste Zara Mihemedî hêjayî xelatê dîtine.
Weqfa Cemal Nebez li Berlîna Almanyayê ye. Komîsyona xelatê bi yek dengî biryar da ku xelata sala 2023'yan bide Zara Mihemedî ku li bajarê Sine dijî.
Di daxuyaniya ku hate belavkirin de wisa hat gotin: "Komîsyona Xelata Cemal Nebez ku girêdayî Weqfa Jemal Nebez a li Berlînê ye, ji bo rêzgirtina xebatên wê yên bêwestan ên xwebexş ji bo hînkirina zimanê kurdî, parastina mafê bingehîn ê zimanê dayikê û têkoşîna li dijî înkarkirina nasnameya kurdî, biryar da ku xelata xwe ya yekem pêşkêşî Xanim Zara Mihemedî bike. Zara di nav rewşa dijwar a Kurdistanê de ku ziman û nasnameya wê hatiye astengkirin, bi salan rê û rêbaza xwe parastiye ligel hevkariya rêxistina sivîl, Nûjînê. Tevî tundûtîjiyên giran, cezayên bêdad û girtîgehê, Zara Mihemedî bi eşkereyî li qada giştî li dijî neheqiya zimanî û nasnameyî derketiye. Bi vî awayî di hişyarkirina li hemberî vê neheqiyê de li hundir û derveyî Kurdistanê roleke girîng lîstiye. Têkoşîn û helwesta wê bandorek mezin kiriye û ji gelek ciwan û jinên kurd re bûye sembol û îlham. Em weke Komîsyona Xelata Jemal Nebez bi kêfxweşî û serbilindî xelata xwe pêşkêşî Zara Mihemedî dikin."
Weqf di dema pêş de dê agahiyên berfireh li ser vê yekê belaz bike.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Mamoste Zara Mihemedî hat berdan
- Her sal Xelata Zara Mihemedî wê bê belavkirin