Cemil Oguz
Erê, ew nivîskarekî baş e, pêre jî me dixwest bibêjin Şêxo Fîlîk mamoste û parêzer e jî lê na, ne her du ye jî û loma niha bûye mijara portreya me ya niha. Em ji serî de dest pê bikin...
Şêxo Fîlîk di sala 1982'yan de, di serdema ku serdestiya Derbeya Rezberê li ser hemû Tirkiyeyê û her wiha zêdetir li ser bajarên kurdan hebû de li bajarekî kurdan, li Semsûrê hatiye dinê. Dibistanên pêşî li wir temam dike.
Dibe mamoste
Piştî xwendinên destpêkê li zanîngehê beşa mamostetî xwendiye. Di sala 2006'an beşa mamostetiyê qedandiye û heman wê salê dest bi mamostetiyê kiriye. Ji heman salê ve heta îro li gelek saziyên wekî Kurdî-Der, Egîtîm-Sen û TMMOB'ê dersên kurdî dane.
Ji roja bû mamoste ve tam 10 salan di vî warî de ked daye, zarok gihandine. Sala 2016'an, di 10 saliya mamostetiya xwe de bi KHK'yek (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) ji kar hatiye avêtin. Wekî gelek mamosteyên kurd ê wî jî avêtinek neheq, bê heq û hiqûq bûye. Di sala 2012'yan de ji ber ders daye ji 'Doza KCK'ê hatiye darizandin. Belkî ji ber vê yekê ye jî di sala 2013'yan de ligel karê xwe wekî zanîngeha duyemîn dest bi hiqûqê kiribû lê ji ber karê xwe û ji ber xebatên xwe yên wêjeyî ev beş nedomandibû. Di vê dema ku ji bêhiqûqî ji kar hatibû avêtin wî berê xwe da hiqûqê û ji bo li hiqûqê bigere, belkî bikaribe hinan biparêze jî ji cihê mabû dom kir.
Fîlîk, di sala 2018'an de beşa hiqûqê temam dike, diplomayê distîne û li Baroya Amedê dest bi staja parêzeriyê dike.
Wezaret Ruhsatê nade
Di salek de staja wî temam dibe û ji bo ku ruhsata parêzeriyê bigire serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dide. Êdî bûye parêzer, dîploma girtiye, mafê stajê jî girtiye ku ev hemû gavên hiqûqî ne, ev gav hemû li dû xwe hiştine lê na, Wezaretê nehişt gava dawî temam bike û ruhsat nedane wî. Belê, şaş nehat fêmkirin, Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kesê ku ruhsatê heq dike red dike û dibêje ez ruhsatê nadim te, tu nikarî ofîsek vekî û parêzerî bikî...
Dê kî li kî doz veke?
Niha dê çi bibe? Çi bibeya wê gelek tevlihev e. Em nikarin ji navê derên, loma em serî li wî didin ji bo serê me yê tevlihevbûyî zelal bike: "Niha ji bo ku ew jî biryara xwe bide ji Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) re şandiye.
TBB yan wê serîladana min qebûl bike û ruhsatê bide min, yan jî ewê jî wekî wezaeretê red bike. Jixwe pirsgirêk jî ji vir dest pê bike, heke TBB qebûl bike û ruhsatê bide jî vê carê wezaret dozê li min vedike û ruhsatê betal dike, heke TBB red bike vê carê ezê dozê li wan vekim.
Axir dawiya dawî ez qezenc dikim û ruhsatê distînim lê hinekî dûvdirêj û bi serêşan dibe."
Aliyên wî yên wêjeyî
Me qala serpêtahiya mamostetî û ya parêzeriya Şêxo Fîlîk kir, lê ew ne ev tenê ye. Ew di heman demê de çîroknivîskar e, qunciknivîskar e.
Wî yekem car bi "Hebanoka Çîrçîrokan" (Weşanên Şaredariya Batmanê / 2013) gav avêt nava qada wêjeyê. Dûre ji Weşanên Avestayê pirtûka wî ya çîrokan "Bêbavî" (2015) derket.
Ji bilî van wergera wî "Biraz Dolaşacagim" (Bijarteya kurteçîrokên nûjen ên ji kurdî bo tirkî wergerandî, Weşanên Can, 2016) hatibû weşandin. Her wiha bi çîrokên xwe "Xelata Mansîyonê ya Pêşbazîya Çîrokan a Abdullah Duran" û "Xelata Duyemînî ya Pêşbazîya Çîrok û Helbestan a Huseyin Çelebî" girtibû.
Şêxo Fîlîk ku niha li Amedê dijî pêvajoya qunciknivîskariya xwe ya di malpera me Diyarnameyê de didomîne. Wî di meha yekem a îsal de di quncikê xwe "Roja Nehşemî" de dest bi nivîsandinê kiribû û heta niha gelek nivîsên balkêş weşandin.
(Foto: Bîlal Guldem)


