Diyarname
Li ser 1984 pirtûkên ku demek berê ji Amedê biribûn Konyayê agahî hate dayîn.
Kurtedemeke berê ji Pirtûkxaneya Îhtîsasê ya Berhemên Nivîskê ya Ziya Gokalp a Amedê 1984 pirtûkên destnivîsî ku berhemên destnivîsî yên Ehmedê Xanî jî têde hebûn bi îdîaya ku dê bêne "restorekirin" biribûn Konyayê. Niha tê gotin ku piştî 2 sal û nîv dê van pirtûkan dîsa vegerînin Amedê û li Medreseya Mesûdiyeyê ya Navçeya Surê ya Amedê bêne bi cih kirin.
Di nav pirtûkên ku birine de pirtûkên Ehmedê Xanî yên wekî Rîsale fî Beyanî Erkanî'l - Îslam (21 HK 961/4), Rîsale fî'l Aka'îd (21 HK 751/3), Nev Bahara Piçukan (21 HK 751/2) û Nev Bahara Piçukan (21 HK 961/3) jî hene.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Destnivîsên li Amedê birin Konyayê
- 1984 pirtûkên dîrokî ji Amedê dibin Konyayê
**
Wêne: Medreseya Mesûdiye, Amed