Diyarname
Cîgirê Serokwezîr Cemil Çiçek piştî hevdîtina bi hevserokên BDP'ê re axivî û hêviya xwe ya bendewamkirina hevdîtinan anî ziman.
Îro Cîgirê Serokwezîr Cemil Çiçek û Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin bi Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak re hevdîtineke pêk anîn.
Piştî hevdîtinê Cemil Çiçek derket pêşberî çapemeniyê, got ku ew li ser pirsgirêkên ku axivîne pirsgirêkên Tirkiyeyê ne û wiha dom kir: "Em hêvî dikin wê ev hevdîtin bidomin. Ev ne hevdîtineke veşarî ye. Bi referandûmê re rûpele nû vedibe. Me wekî milet demokrasî tercih kiriye. Di asta bilind de demokrasî em dixwazin bixin jiyanê. Rêya vê ji Zagona Bingehîn re derbas dibe. Ji bo Zagoneke Bingehîn a nû rewş guncan e. Pêdivî bi nîqaşa zagoneke nû heye. Ji ber ku pirsgirêk ji vê diqewime. Çaresernebûna pirsgirêkan di bingeha xwe de sedema wê zagonê ye. Civak dibêje; ji min re zagoneke nû çêbikin. Li ser naveroka zagoneke nû ji niha de bila her kes ji aliyê xwe ve dest bi xebatê bike."
Çiçek çar xalên ku di hevdîtina îro de hatine rojevê jî wisa anî ziman:
- Di hevdîtina îro de di vê çarçoveyê de zagona bingehîn a nû hate rojevê.
- Bi têra xwe xwîn rijiya ye, hêstir rijiya ye. Gere em vê ji rojeva xwe derên. Di çarçoveya demokrasî û hiqûqê de em nîqaş dikin, emê bikin jî. Bi vê em dikarin çareser bikin, yan gavên baş bavêjin. Bêyî xwîn birije em dikarin çareser bikin.
- Hemwelatiyên me dixwazin bi diyalogê pirsgirêk çareser bibin. Gel dixwaze em rûnin û li ser biaxivin. Me jî dest bi vê kir. Emê bi her kesî re rûnin, biaxivin û pirgsirêkan çareser bikin. Hevdîtina îro bi fêde bûye.
- Çareserî di bin banê meclisê de ye, li vir wê bê çareser kirin, ciheke din ji bo çareserî nîn e.