Behdînan
Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya KCK’ê, birîna 12 hezar darên li Erdîşê wekî îstîsmarkirna pêvajoyê ya AKP’ê da nasîn û got divê kurd bi şîara ‘dest nedin jiyan û xwezayê’ li her derê berxwedanê pêşve bibin.
Komîteyê got: “Hikumeta AKP’ê di mijara ketina zîhniyeta çareseriyê de xwe ferz dike û dibêje; ez her tiştî baştir dizanim û çêkirina qerekol û bendevan didiomîne. Li her derê ku çalakiyê Geziyê di rojevê de, dixwaze li Erdîşa Wanê 12 hezar daran bibire û ji qada avahiyên TOKÎ’yê re cih veke. Ev jî tê vê wateyê ku AKP pêvajoya çareseriyê îstîsmar dike. Hikumeta AKP’ê erdhêja Wanê jî îstîsmar kir, li her derê li pey rantê ye û ligel avahiyên bi TOKÎ dide çêkirin qadê şîn tune bike. Ji bo vê, divê li her derê li dijî TOKÎ’yan gel bikeve nava tevgerê. Divê gelê Erdîşê li mafê jiyana xwe ya aborî û ekolojîk xwedî derkeve. Divê ji bo vê rabin ser piyan."
Komiteyê got ku ji Erdîşê heta Geziyê pir bên avakirin dê rîskên li pêş pêvajoya çareseriyê rabin û got: "Gelê me divê bi diruşmeya ‘Dest nede jiyan û xwezaya min’ li her derê berxwe bide."
Ji ANF'ê hatiye girtin
Foto: Dawud Rêbiwar
***
Nivîsên eleqedar:
- Bekir Kaya: Dixwazin li ser erdên çandiniyê avahiyan saz bikin