logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû
news-details

Li ser wergera edebî serêşandinek

Yek ji pirsgirêkên wergêran di hin nivîsan de ew e ku wergêr wateya hin peyvên ku di çand û jîngeheke taybet a wergerê d

  • Dîrok: 24/09/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Cano Şakir


Yek ji pirsgirêkên wergêran di hin nivîsan de ew e ku wergêr wateya hin peyvên ku di çand û jîngeheke taybet a wergerê de di bingeha xwe tine û di ferhengan de ew peyv û wergêra wê neyê dîtin.


Êdî wê demê, berpirsiyariya kesê wergêr mezin e. Em bi çavekî vekirî û zelal cihana wergerê bişopînin û di pey wê re em wan berhemên  cîhanî yên navdar wekî bi zimanê çavkaniyê bixwînin, em ê bi cêwaziyeke mezin bihisin. Li vir, ji bo ku wergêr zêde dûrî meseleyê neçe û ji milê berpirsiyariyê ve xwe nede alî, radihêje hinek pîvanên paralel û wê demê ew xebata wergerandî her çiqas ne serketîbe jî, dibe wergereke ber bi çav.


Di milê pêweran de heger em mînakên ewropî û ereban bidin berhev, cudahiyên di navbera ewropî û eraban de wiha ne:


Di çanda ewropî de, bo nimûne, têgîna di navbera nêr û mê de heye, têgînên ku di çanda erebî bi rengekî din heye. Li hawîrdora ewropî, hin navên xwarin û cil û bergên di çanda ereban de jî di nava cîhana wan a wergerê de ew jî bêserûber in.


Ji aliyekî din ve û di nav de hin prosedurên qanûnî û civakî yên di cîhan û jîngeha wergerê de hatîn tomarkirin nîşaneyên vê yekê ji me re zelal dikin.


Hin ji berhemên William Shakespeare (1582-1616) bo kurdî (kurmancî) hatine wergerandin, wekî Hamlet. Min bi erebî û bi zimanê almanî jî ew xwendine, û heger hûn tevan bidin berhev û li kurdîya wê binêre, hûnê cudahiyê bibînin. Hamlet cara pêşî ji hêla derhêner Celîl Toksoz ve li şanoya kurdî hat wergerandin. Toksoz sala 1986'an çûye Holandayê û sala 1994'an Dibistana Şanoyê ya Amsterdamê xwendiye.


Celîl Toksoz ji bo ku projeya xwe û xewna xwe pêk bîne, vedigere Amedê û li wir Hamleta Shakespeare bi kurdî bi wergera Kawa Nemir derdikeve ser dikê.


Çîroka Hamlet li dora mijarên gerdûnî yên wekî çavnebarî, tolhildan û nasnameyê digere. Ev mijar di dîroka Kurdan de jî xalên herî girîng in. Gelek şirovekar di wê baweriyê de ne ku Hamlet wekî kevneşopiya dengbêjiyê ye û nêzî mijarên Kurdan e.


Mînaka me ya din romana Yên Belengaz (Les Miserables) e. Romana nivîskarê Fransî Victor Hugo (1802- 1885) hatiye wergerandinî gelek zimanan. Gelek wergêran ew wergerandiye Erebî jî, lê ew rastî hin zehmetiyên di milê hinek pîvanên wergeriyê hatin.


Ev romana nav birî, 1862´yan cara yekê hate çapkirin, û yek ji nûtirîn romanên sedsala nozdehan e. Victor Hugo di vê pirtûkê de rexne li neheqiya civakî ya li Fransa di navbera ketina Napoleon û şoreşa têkçûyî ya li dijî Şah Louis Philippe de vedigire. Victor Hugo, Dostoyevskî dijberî şirovekirina tarîtî ya psîkolojiya mirovî ye ku ew nekare biaxive an jî pê re mijûl bibe, û xirab dibe, nîşan dide ku ew nirxa xwe ji vê xisûsa taybet derîne.


Romana bi serbestberdana Jean Valjean di 1815´an de, xasma li bajarê Fransayê Denné dest pê dike, piştî ku 19 salan di zindanên Toulonê de dimîne. Sedem jî ew bû ku ji ber dizîna nan ji bo xwişka xwe ya birçî, pênc sal ceza lê hatibû birrîn, û ji ber hewldanîn wî yên revê jî bi 14 salên din ên hepsê wî jî ceza dikin. Axir bûyer wisa dewam dikin.


Ev cudahiyên hanê pirsgirêka nekêşbarkirina zimanê çavkaniyê ji zimanekî din re dihewînin. Li vir û bi gelemperî, meriv vê pirsgirêkê bi rengekî wergerandinê ve girêbide wê rast be, ango nivîsandina peyva bi zimanê ku jê re hatiye gotin, li gorî awayê ku ew di zimanê çavkaniyê de tê gotin, wê ji sedî sed cudahî hebe.


Lêbelê, hate dîtin ku ev çareserî di pir rewşan de ne pêkan û alîkar e, ji ber ku hewce ye ku wergera wergêr bi xwe di nav wateyên di çanda zimanê çavkaniyê de têkildar be û wergerandina wî ya di vê meseleyê de dibe ku bi tevahî pêdivî û hewcedariya wî di wan waran de were kirin, ji ber ku wî li vir mijar kir mijarên ku di qad û cîhana wergera wî de naçe ser asoyên çareseriyê.


Heger heger em birastî behsa Kurdî bikin, em zimanê xwe Kurdî bi hemî şêwezaraên wê binihêrin, gelek caran hevokên wergerandî li gora senteksa Kurdî nayên avakirin. Lê bi awayekî yekser wergera peyvan tê kirin, lewma jî mirov tênagihîje bê ka derdê wergêr yan jî yê wergervan çi ye û çi nîne. Dibe ku ev jî di zimanê çavkaniyê de jî wisa be.


Ev xisûsên asê di pirtûkên wergerandî de siberojê werin çareserkirin.

24.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Wêneyê Rojê: BÊŞIROVE

ad

Talebanî: Divê em mafên parêzgeha Kerkûkê biparêzin

ad

Li 65 dibistanên Qamişlo dersên zimanê kurdî tê dayîn

ad

Şevbihêrka Helbestan li dar dikeve

ad

Li ser hilbijartina herêmî hin agahî

ad

Panelek li ser Roja Nivîskarên di Girîgehê de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname