Diyarname
Li Tirkiyeyê 1140 salonên sînemayê hene, hin bajarên kurdan jî têde li 11 bajaran salonên sînemayê nîn in.
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) raporeke bi navê "Îstatîstîkên Çandî 2007" amade kir û li ser rewşa salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê nîşan dan.
Li Tirkiyeyê hezar û 140 salonên sînemayê hene. Di van salonan de bi giştî 2 hezar û 921 kes dixebitin.
Li gor agahiyan ji sisêyan yekê vê hejmara salonên sînemayê li Stenbolê û Enqereyê ne. Dema hejmara salonên sînemayê yên Îzmîr, Bursa û Antalyayê jî li van her du bajaran bê kirin nîvê salonên sînemayê tenê li van 5 bajaran in û nîvê din hê li hemû bajarên din in. Li 11 bajarên Tirkiyeyê ku 7 jê bajarên kurdan in salonên sînemayê lê nîn in.
Li bajarê Stenbolê ku serjimariya wê bi ser 10 mîlyonî de ye tenê 256 salonên sînemayê hene û bi giştî 36 hezar û 763 cihê rûniştinê hene.
Li bajarên kurdan ên wekî Agirî, Îdir, Erdexan, Mûş, Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê salonên sînemayê nîn in.*
Li bajarên wekî Qers, Dêrsim, Bedlîs û Batmanê jî tenê yek salon heye.
*Li gor agahiyên li ber destê me di sala 2008'an de ev rewş guherî ye, li hin bajarên kurdan salonên sînemayê vebûn, li hinan jî hejmar zêde bû.


