Amed
Di çarçoveya Festîvala Amedê de galeriya hunerê ya herêmê vebû. Pêre jî pêşangeha 'Navdarên Kurd' vekirin.
Galeriya Hunerê ya Amedê bi beşdariya Seroka DTP'ê Emine Ayna, mebûsê DTP'ê yê Amedê Akin Birdal, Serokê Hak-Parê, Şaredarê BAjarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler amade bûn.
Baydemîr di vekirina galeriyê de got: "Galeriya me ya hunerê dê di warê sazkirina zimanê hunera herêm û bajarê me de gaveke girîng bavêje."
Her wiha Baydemîr got ku dê Salona Resepsiyonê, Navenda Çapemeniyê, Pirtûkxaneya Gel û Salona Mehrbirînê û Rojxaneya li Parka Sumer jî di nêzîk de dê vekin.
Bi vekirina galeriyê de du pêşangeh jî hatin vekirin. Yek ji wan pêşangeha wênesaz Nevin Gungor Reşan a bi navê "Navdarên Kurd" û pêşangeha din jî ya Ji Qawîşa Jinan a Mamakê Nameyên ku li Xwediyên xwe digerin hate vekirin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin.
Foto: Veli AY


