Diyarname
Piştî girtina rojnameya Azadiya Welat rojnameyeke nû bi navê "Rojev" bi kurdî derdikeve.
Rojev yekem car di 13'ê sermaweza 2009'an dest bi weşana xwe kiribû û piştî demekê navber dabû weşana xwe. Ji bo kurd bê rojnameya kurdî nemînin Rojev roja 24'ê mehê dîsa dest bi weşanê dike.
Rojname wê wekî 12 rûpel bi kurmancî û zazakî derkeve û têde beşên wekî nûçeyên çandî, nûçeyên siyasî, polîtîka, wêje, jin û cîhanê.


