Diyarname
Di "Roja Piştgiriya bi yên Îşkence Dîtine" de Şaredar Osman Baydemîr bi kurdî di klîbekê de dibêje: Ji îşkenceyê re na.
Lijneya Gişti ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1997'an de "Peymana Li Dijî Îşkenceyê" qebûl kir û têkoşîna li hemberî îşkenceyê da dest pê kirin, piştgiriya xwe ya ji bo kesên bi îşkenceyê re rû bi rû mane eşkere kir. Dema ev peyman hat qebûlkirin roja 26'ê pûşperê bû. Ji ber vê yekê 26'ê pûşperê wekî "Roja Piştgiriya bi yên Îşkence Dîtine" hate qebûlkirin. Ji wê salê ve her sal di vê rojê de li gelek welatan xebat têne kirin.
Li Tirkiyeyê jî saziyên li ser mafên mirovan dixebitin di vê rojê de çalakiyan pêk tînin. Îsal Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ji bo li televîzyon, radyo û malperên herêmî bê weşandin klîbeke amade kir. Di klîbê de agahiyên li ser îşkenceyê tê dayîn û tê xwestin ku yên bi îşkenceyê re rû bi rû mane bêdeng menînin û ji îşkenceyê re bibêjin na, serî li dozgeriyê bidin.
Di klîbê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî deng daye. Ew li ser îşkenceyê tiştinan dibêje û di dawiyê de dibêje: "Di destê me de ye ku em ji îşkenceyê re bibêjin êdî bes e."
Vaye ew klîb: