Diyarname
Fîlmê derhêner Reis Çelîk ê bi navê "Lal Gece" vê carê di Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Navneteweyî ya Brukselê de Xelata Mezin girt.
Fîlmê Çelik "Lal Gece" (Şeva Lal) xelata Fîlmê herî Serketî, derhêner Çelîk jî Xelata Derhênerê Herî Serketî girt.
Çelik ji çîrokeke rastîn fîlmê xwe kişandiye. Di fîlm de ji bo meseleya xwînî ya di navbera du malbatan de bê çareserkirin keça ciwan didin mirovekî temen mezin. Fîlm şeva yekemîn a keçika ya li cem zilam derdixe pêş. Di fîlm de lîstikvan İlyas Salman rola zilamê 62 salî, Dilan Aksut jî rola keçika 14 salî ku dane wî dilîze.
Fîlmê "Lal Gece" berî vê festîvala Berlînê (Xelata Hirça Krîstal) û Edeneyê jî di nav de di gelek festîvalan de xelat girtibû.