Diyarname
Li Înegola Bursayê bûyerên ku derketin zerar da kurdan. Vane agahiyên li ser Înegolê:
- Roja 25'ê mehê, kurdek deynên wî li yekî din in û deynên xwe dixwaze, lê yên hemberê rê li ber mînîbusê digirin û li wî dixin, bi kêrê birîndar dikin. Li ser vê xizmên wî kom dibin, davêjin ser qehwexaneyê û çend kesan dikutin. Polîs dest datîne ser bûyerê û çend kesan digire bin çavan.
Bûyer li der dorê tê bihîstin û wekî "PKK'ê avêtiye ser Înegolê" û provoke dikin. Faşîstên ku li dora qereqolê kom dibin dixwazin yên hatine binçavkirin teslîmê wan bêne kirin û wan lînç bikin. Pêre jî erebeyên polîsan dişewitînin, camên bankeyê dişkînin, êrîşê avahiya şaredariyê dikin. Polîs gule bera hewayê dide û wan belav dike.
Kurd bi giştî li taxa Huzurê (Li herêmê wekî Karadere tê zanîn) dijîn. Ev tax di heman demê de li ser rêya erebeyan a Bursayê ye. Kurd ji ber protestoyê rê digirin.
Rewşa niha: Wezareta Karên Hundir ji bo lêkolînan mufetişek şand navçeyê û destûrên polîs û cendermeyan ji bo demekê betal kir.
Kurdên li navçeyê di nava fikaran de ne.
Hin agahiyên din ji navçeyê:
- Serjimariya Înegola Bursayê 162 hezar e.
- Di navçeyê de tirk, kurd, boşnak, gurcî, çerkez, ahiskayî, yoruk, arnewûd hene.
- Di hilbijartina herêmî ya 2009'an de berendamê Ak Partî Alinur Aktaş bi sedî 46.47 bi ser ket û bû şaredar.
Di heman hilbijartinê de partiyan ev deng bi dest xistin:
- AKP: 40.478
- SP: 25.055
- MHP: 12.517
- CHP: 5.153
- DTP: 1.521
- DP: 1.194
- DSP: 644
- ANAP: 308
- BTP: 230