Diyarname
Di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê de îro bi sernavê "Zimanê Kurdî" panelek li dar ket. Panela ku Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Medyayê (MEDYA-DER) û Şaredariya Tetwanê amade kir li hewşa Konservatûarê ya Şaredariya Tetwanê li dar ket.
Li cihê panelê hat pankarta li ser “Statu ji bo zimanê kurdî û statu ji bo hebûna kurdî” hatibû nivîsandin, hat daliqandin.
Nivîskarê Diyarnameyê Hogir Berber moderatoriya panelê kir. Werger û nivîskar Muhsîn Ozdemîr, nivîskar û rojnameger Roza Metîna û nivîskar û siyasetmedar Sûltan Yaray wekî panelîst beşdar bûn.
Mebûsê DEM Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan, Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr, endamên saziyên sivîl û gelek kesên din ji bo temaşekirinê amade bû.
Va ne ji panelê çend not:
Moderator Hogir Berbir li ser zimanê kurdî, devok zaravayên wê sekinî û got:
- Her çend di navbera van devokan de cudahiyên dengnasî, şêwenasî û rêzimanî hebin jî, xwedî peyvsaziyeke hevpar û bingeheke rêzimanî ya bingehîn in. Ev cihêrengî dewlemendî û adaptebûna zimanê kurdî nîşan dide.
- Zimanê kurdî, bi dîroka xwe ya dewlemend, devokên xwe yên cihêreng û wateya xwe ya çandî, yek ji xezîneyên herî hêja yên Rojhilata Navîn e. Ev zimanê kevnar, nasname, dîrok û xeyalên gelê Kurd hildigire. Îro, ji wêjeyê heta muzîkê, ji perwerdeyê heta medyayê, Kurdî zimanekî zindî û geş e. Ev zimanê kevnar, ne tenê mîrata gelê Kurd, lê di heman demê de beşek ji cihêrengiya çandî ya mirovahiyê ye û bi vê yeke dijî û dê her tim bijî.
Muhsîn Ozdemîr li ser dîrokê sekinî û got:
- Dîrok ew e ku bi zimanekî û nivîskî, li gorî rê û rêbazan hatiye tomarkirin. Em mecbûr mane ku dîroka xwe bi zimanê xelkî hîn bibin.
- Heke em têkiliya ziman û dîrokê nebînin em nikarin fêm bikin. Em di binê dîrokê de nemane û em wekî şewqekê dixuyin.
Sultan Yaray li se siyaset û ziman sekinî û got:
- Ji Îtîhat Terakkî heta niha tundî û qirkirineke mezin heye û li hember zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşînin.
- Li Kurdistanê bi hezaran dibistanên tirkî hene tenê yek jî bi kurdî nîn e.
- Em hêvî dikin ev polîtîkayên li ser zimanê kurdî rabin û ev pêvajoye bibe sedema azadbûna kurdî. Ji bo vê yekê jî bar dikeve li ser milê siyasetmedarên kurd.
Roza Metîna li ser têkiliya rojnamegerî û ziman sekinî û got:
- Qada rojnamegeriyê qadeke têkoşînê ye û bi taybetî jî çapemeniya azad. Çapemeniya Azad, keda civakê derdixe pêş. Êrîşek sîstematîk li ser zimanê Kurdî heye. JINNEWS, Ajansa Mezopotamya, Ajansa Welat ku xwerû Kurdî ye, Rojnews û ANHA ajansên Çaplemeniya Azad in û gelek caran beşên Kurdî yên Çapemeniya Azad tên astengkirin. Ew jî dizanin ku medya dikare teşeyekê bide civakê, lewma hertim dibe hedef.


