Saet hinek ketiye bi ser 18'an... Mirov ji kar derketine, berê xwe dane îskeleyê û li benda keştiyê ne. Yên ku di nav xirecira rojê de westiyane dixwazin heta keştî bê hinek rûnin. Lê kursiyeke hatiye dagirkirin. Ne mirov, vê carê pisîkekê kursî dagir kiriye. Diyar e ku ew jî westiyaye ji karê nava rojê û çav dane ser hev; ew jî li benda keştiyê ye. Rêwî çav li wê, lê ew ji ya xwe nayê xwarê...
Foto: Cemil Oguz