Bazîd
8'emîn Festîvala Çand Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî ku ji aliyê Şaridariya Bazîdê ve tê li dar xistin dest pê kir.
Festîvala Çand Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî ku wê 3 rojan bidome, bi maça futbolê ya di navbera tîmên Dêrsimspor û Gençlikspor ya Şaredariya Bazîdê de, li stada navçeyê dest pê kir.
Festîval bi amadebûna Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, endamên meclîsa giştî û şaredariyê û gel dest pê kir. Di maça dostane de Gençlikspora Şaredariya Bazîdê bi ser ket. Şaredara Bazîdê Korkmaz xelat dan her du tîman.
Piştî maçê, beza hespan ji Gola Qazan dest pê kir û heta ber avahiya Tapu Kadestroya navçeyê berdewam kir. Piştî vekirina Parka Azadî ya Parêzer Orhan Dogan hat kirin, şaredar Korkmaz û kesên li gel wê çûn pêşangeha li ber deriyê şaredariyê hate vekirin.
Festîval heta 25'ê mehê wê li dar be.
**
Nûçeya eleqedar:


