Diyarname
Li Smithsonian’s National Portrait Gallery ya li Washingtona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşangeha portreyên Obamayan hat vekirin. Vê pêşangehê eleqeyek mezin dît ku di hefteyek de hejmara kesên çûn serdana galeriyê li gor hefteyên berî sedî 300 zêde bûn.
Pêşangeh 16'ê vê mehê vebû û têde qortreyên Serokdewletê berê yê DYA'yê Baracak Obama û jina wî Lady Michelle Obama hene.
Portreya Obama ku li nav pelan de rûniştiye ji aliyê Kehinde Wiley ve hatiye çêkirin. Portreya Michelle Obama ku bi kincen reş û sipî dixuye jî ji aliyê Amy Sherald ve hatiye çêkirin. Her du hunermend jî navdar in, her wiha ew bi çêkirina portreyên kesên reşik jî derketine pêş.
Mêvanan eleqeyek mezin nîşanî portreyan da ku di hefteyek de 72 hezar û 146 kes çûn serdena pêşangehê.
Smithsonian’s National Portrait Gallery her portreyên amerîkiyan pêşkêş dike. Dîriektorê National Portrait Gallery Director Kim Sajet li ser xebata galerî û portreyan wisa dibêje: "Kehinde Wiley û Amy Sherald bi rêya portreyên mirovên bandor li dîrok û çanda welatê me kirine qala çîroka Amerîkayê dikin."
Pêşangeha Portreyên Obamayan heta 15'ê reşemiya 2019'an li heman cihî li dar e.