Diyarname
Rojnameya Azadiya Welat îro 3 sal li dû xwe hişt û kete 4 saliya xwe. Em salvegera Azadiya Welat pîroz dikin û jêre temeneke dûdirêj û serketî dixwazin.
Azadiya Welat li ser şopa rojnameyên bi kurdî Welat, Welatê Me roja di sala 1996'an de wekî heftane dest bi weşana xwe kir. Welat, Welatê Me û Azadiya Welata heftane gelek kes gihand, nifşeke mezin kir. Û di 15'ê gelawêja 2006'an de rojnameyê ji heftanebûnê gav avêt nav rojanebûnê û bû yekemîn rojnameya xwerû bi kurdî ya ku li Tirkiyeyê derdikeve.
Ji wê rojê heta niha Azadiya Welata ku çend caran digel ku cezaya girtinê jî xwar, hemû zor û zemhetî li dû xwe hişt û kete sala xwe ya 4'an. Îro salvegera wê ye. Em salvegera Azadiya Welat pîroz dikin jêre temeneke dûdirêj dikin, di heman demê de hêvî dikin ku weşangeriya xwe xurtir bike, naveroka rojnameyê baştir bike.
Em hêvî dikin Azadiya Welat her ku biçe dê bi naveroka xwe jî bi firotina xwe jî xurtir bibe û bikaribe asta rojnamegeriya kurdî bilindtir bike.