Ji bo Festîvala Yilmaz Guney hindik ma
Diyarname
8'emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a Batmanê xwe amade dike. Festîval îsal dê roja 26'ê reþimeyî dest pê bike û roja 1'ê adarê bi da wî bibe.
Li gor agahiyên ku hatine îsal 165 kurtefîlm û fîlmên metrajdirêji bo festîvalê hatine þandin. Her wiha gelek belgefîlm jî gihîþtine ber destên amadekarên festîvalê.
Di festîvalê de îsal pêþbazî nîn e, ji dêvla vê ji bo piþtgiriya belgefîlmkar û kurtefîlmkarên sînemayê projeya piþtgiriyê hatiye sazkirin. Di beþa Piþtgirî û Pêþxistina Belgefîlman de dê 10 hezar Tl xelat bidin 2 projeyan. Ji bo kurtefîlman jî dê dîsa 10 hezar TL piþtgirî bê dayîn.