Diyarname
Weşanên Lîsê ku ev demeke ji wêjeyê cîhanê pirtûkên cur bi cur werdigerîne kurdî, vê carê pirtûka romanûsê navdar Yaşar Kemal “Yagmurcuk” wekî “Tîtirwask” wergerand kurdî.
Pirtûka ku ji aliye Brahîm Ronîzêr ve hatiye wergerandin di beşa “Rêzeya Wêjeya Dinyayê” de hatiye weşandin; Anadolu Kulturê jî ji bo çapê piştgirî kiriye.
Demek berê Soneyên Shakespeare ku Kawa Nemir wergerandibû ji Weşanên Lîsê derketibû. Lîs di bin edîtoriya Kawa Nemir de niha xwe amade dike ku ji William Faulkner, Oscar Wilde, William Shakespeare, Emily Brontë, Charles Dickens, J. M. Coetzê nêzî 100 pirtukên nivîskarên ji rojhilat û rojavayê wergerîne kurdî û çap bike. Weşanxane dike ku tecrubeya wejêya cîhanê ragihîne wêjeya kurdî.
Lîsê di çarçoveya Rêzeya Wêjeya Dinyayê de “Tîtirwask”a Yaşar Kemal gihand ber deste xwendevanên xwe.
Ji sere romanê heta dawî razberiya Selmanê Êzîdî, Kurd Îsmail Axayê Wanî, Zalimoxlî Xelîl, kurê Kurd Îsmail Axa Mistefa derdikevin pêşberî xwendevanan. Yaşal Kemal tevî van karakterên xwe xwezayê xweş tine ziman, mirov dike hezkiriyê der û dorê. Pirtûk niha li benda xwendevanen xwe ye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


