Diyarname
Şaredariya Geverê bi kurdî pankarteke ji bo pîrozkirina cejna Remezanê daliqand, dozger ew daxist.
Şaredariya Gevera Culemêrgê ya DTP'yî ji bo pîrozkirina cejna Remezanê ya kurdan parkanteke bi kurdî li kolanê daliqand. Di pankartê de gotina "Cejna Remezanê li we pîroz be" nivîsandin. Lê dozgerê xwest ew pankart bê daxistin. Li ser vê yekê Qeymeqamê Geverê Mehmet Unal li Şaredarê Geverê Salih Yildiz geriya, gotina dadgeh ragihad şaredar Yildiz û xwest ew pankartê daxin.
Li ser vê yekê Yildiz got;" Ewê pankartê danexin." Piştî gotina Yildiz polîs hatin û pankart daxistin.
Şaredarê Geverê Yildiz li ser daxistina pankartê got: "Mixabin bêtehamuliya li hemberî kurdî li geverê careke din xwe nîşan da."
Yildiz da zanîn ku hikumeta ku difikire televîzyoneke bi kurdî veke tehamulê pankarteke nake, wisa diyar e ku îmha û înkara li ser kurdî didome.