Diyarname
Îro xwezgîn diçin mala keçikê û wê ji kurik re dixwazin lê 2 mîlyon sal berê rewş berevajî bû.
Zanyaran li ser fosîlên ku ji 1.7 û 2.4 mîlyon sal berê mane lêkolîneke kir û gihîştin encameke balkêş. Li gor vê encamê wê demê ne mêr diçûn jin dixwestin, jin diçûn mala mêran û ew ji xwe re dixwestin.
Li gor lêkolîna ku di kovara Nature de hatiye weşandin, mêran cihê ku lê bûne terk nedikir û jin ji bo ji xwe re mêr bibînin diçûn cem qebîleyên din.
Lêkolîn li ser 19 diranên fosîl ku li Sterkfontein û Swartkrans a li Afrîkaya Başûr hatine dîtin lêkolîn hate kirin. Encam dibêje ku dema jin kamil dibûn diçûn cihên cuda lê sedî 90'ê mêran şikefta xwe terk nedikirin.