logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Fîlmên 'Di sînemayê de pêşbaziya mafên mirovan'

Berî her tiştî divê bêjim yek ji beşa ku ez ji Festîvala Fîlman a Stenbolê her li bendê me beşa Pêşbaziya Belgefîlmên Ma

  • Dîrok: 03/04/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Berî her tiştî divê bêjim yek ji beşa ku ez ji Festîvala Fîlman a Stenbolê her li bendê me beşa Pêşbaziya Belgefîlmên Mafên Mirovan in. Her sal gelek belgefîlmên serketî di vê beşê de têne pêşkêşkirin û hema bêje her sal nîvê yên hatine pêşkêşkirin ez lê temaşe dikim. Îsal jî vaye hat û di vê beşê de 10 fîlm hene.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal 38'emîn car di navbera 5-16'ê avrêlê de li dar dikeve. Ev beşa ku niha em derdixin pêş di nav xwe de 10 fîlm-belgefîlmên ji welatên cur bi cur anîne hene. Festîval ji sala 2007'an ve vê beşê ligel Eurimages li dar dixe. Armanc ew e ku di warê mafên mirovan de zanîn û bihestiyariyê derxe pêş û ev mijara mafên mirovan bêş bê fêmkirin. Her wiha di vê beşê de fîlmê bi ser bikeve jî bi 5 hezar Euroyî tê xelatkirin.

Emê ji nav vê çend fîlman derxin pêş û paşê hemû lîsteyê pêşkêşî we bikin. Fîlmê me yê yekem ku di serê lîsteya me de cih digire "Marighella" ye. Paşê "Decembers" û "Another Day Of Life" tên. Di vê beşê de ji Tirkiyeyê jî fîlmekî heye: "Saf" (Derhêner Ali Vatansever)

'Marighella'

Fîlmê bi navê "Marighella' yekem car li Festîvala Fîlman a Berlînê hat nîşandayîn. Fîlmê çîroka jiyana marksîstê brezîlî, aktîvîstê îdeolog, siyasetmedar Carlos Marighella tîne ziman. Marighella di salên 1960'an de li hemberî dîktayê têkoşîn da. Di fîlm de Seu Jorge rola Marighella girtiye ser milên xwe. Fîlm temaşevanan dibe salên dawî yên jiyana Marighellayê ku di sala 1969'an de hatibû kiştin. Wagner Moura ku hunermend, rojnameger, lîstikvan e ku di rêzefîlmê Narcos de bi rola Escobar derketibû pêş kamerayê vê carê wekî derhêner li pişt kamerayê ye.

'Decembers'

Fîlmê derhêner Enrique Castro Rios ê bi navê "Decembers" bi navê "Aralik'ta" (Di Berfanbarê de) li tirkî wergerandine. Di berfanbara 1989'an de dema DYA Panamayê dagir dike rojnamegerek fotokêş tê kuştin. Piştî 10 salan xeyaleta wî ji bo çareserkirina hin pirsgirêkên li nav malbatê tê. Derhêner Rios ji çîroka malbata xwe ketiye rê û di fîlm de dikeve dû çîroka rojnamegerê spanyol ê bi naıvê Juantxu Rodriguez.

'Another Day Of Life'

Fîlmê bi navê "Another Day Of Life" ji aliyê derhêner Raul De La Fuente û derhêner Damian Nenow ve hatiye bi rê ve birin. Di sala 1970 de dema li Angolayê şerê navxweyî çebû rojnamegerê îdîalîst ê ji Polonyayê Ryszard Kapuscinski ji bo şopandina bûyeran diçe wir. Fîlm bi ser çîroka wî re berê kamerayê dide wê demê.

Vane hemû fîlmên vê beşê*:

-Aralık’ta / Decembers / Di Berfanbarê de / Derhêner Enrique Castro Ríos 

- Damien Dunyayi Degiştirmek İstiyor / Damien veut changer le monde / Damien Dixwaze Dinyayê Biguherîne / Derhêner Xavier De Choudens 

- Hayattan Bir Gun Daha / Another Day of Life / Roje ji jiyanê / Derhêner Raúl De La Fuente & Damian Nenow

- Melekler Işiktan Yaratilmiştir / Felek ji ronahiyê hatine çêkirin / Angels Are Made of Light / DerHêner James Longley 

- Dişil Haz / Female Pleasure / Zewqa Mêtî / Derhêner Barbara Miller

- Dunya Yanarken Ne Yapacaksin? / What You Gonna Do When the World’s on Fire? / Dema dinya bişewite tuyê çi bikî? / Derhêner Roberto Minervini 

- Marighella / Derhêner Wagner Moura 

- Joy / Derhêner Sudabeh Mortezai 

- Angelo / Derhêner Markus Schleinzer 

- Saf / Derhêner Ali Vatansever 

*Ji bo temaşevan bi rehetî bibînin me navên wan ê tirkî jî weşandin.

 

 

*** 

Nûçeyên Eleqedar:

- Şahiya fîlman tê: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê hat eşkere kirin

- 
Xelatgirên Berlînê tên Stenbolê

- '10 Jin' bi awayê restorekirî tê nîşandayîn 

- Umît Unal bû serokê juriyê 

- Fîlmên Kubrick li Stenbolê dê bêne nîşandayîn 

- Festîvala Stenbolê Xelatgirên Sînemayê eşkere kirin 

- Serîlêdanên ji bo Festîvala Stenbolê dest pê kirin     

 ***

REKLAM:

Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin... 

www.bizebiletal.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sendîkaya Rojnamegeran sipasiya DTP kir

ad

'Banga TZPKurdî hêja û rewa ye'

ad

Mîkaîl Aslan Amed de bî

ad

Du reşik û zendek spî!

ad

Şîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûşperê)

ad

Fîlmên ku li ser Maradona hatine kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname