Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a li Amedê li ser banga boykotkirina dibistana a TZPKurdî daxuyanike nivîskî weşand.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê ku li Almanyayê gotibû ‘asîmîlasyon gunehkariyeke li hemberî mirovahiyê hatî kirin’ û wisa got: "Ew heman sûcî li welatê xwe, li Tirkiyeyê nabîne; destûrê dide ku perwerdekar li dibistanan her sihar û her êvar bi zarokên kurd, bi zarokên çerkez û ereb sirûda ‘ez tirk im, rast im, ser bilind im’ bidin xwendin! Ev sirûd sirûdên ku di salên 80'î de mahkûmên siyasî di bin azar û îşkenceyên giran de ji ber dikirin û digotin tîne bîra mirov."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta ku ji kirin û pêkanînên gorînkariya 12'ê Rezberê ne razî ye divê zûtirîn demê de rê li ber perwerdeya bi zimanên din: Kurdî, erebî, çerkezî veke, û piştgiriya ku dide perwerdeya bi zimanê tirkî bide zimanên din ên ku di nava sînorên Tirkiyeyê de têne axaftin.
Komeleya Nivîskaran di dawiya daxuyaniya xwe de wisa got: "Em wekî Komelya Nivîskarên Kurd banga TZP-Kurdî di cih de, hêja û rewa dibînin,û pişgiriyê didinê. Ji vê boneyê, banga me ji bo rayader û rêvebarên dewletê ye, ku bi xweşbînî nêzî vê banga hatî kirin bibin, û guh bidin deng û daxwaza kurdan, mafê wan ê bingehîn û sereke: Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî!"
**
Nûçeyên eleqedar:
- Li ber Lîseya Galatasarayê dersa bi kurdî
- Îdîa: Polîs navê kesên neçûn dibistanê qeyd dikin
- Demirtaş bersiva serokwezîr da
- 'Afîşên boykotê' hatin berhevkirin
- TZP-Kurdî xwest dibistan bêne boykotkirin