Diyarname
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ji bo ku xwedî li mafên rojnamegeran derketine, DTP jî tê de sipasî 5 partiyan kir û Ak Partî jî şermezar kir.
Zagona Ewlehiya Civakî duh li Meclisê hate pejirandin. Di derketina vê zagonê de DTP, CHP, MHP, DSP, û BBP'ê li hemberî 'ji holêrakirina mafê zerardîtina rojnamegeran' derketin. Lê Ak Partî dixwest 'xala mafê zerardîtina rojnamegeran' ji holê rake. Bi vê yekê dê rojnamegeran zerareke mezin bidîta. Li ser vê yekê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ji ber ku 5 partiyan hewl daye ku xwedî li mafên rojnamegeran derkevin sipasiya xwe pêşkêş kir û Ak Partî jî şermezar kir.
Her wiha TGS'ê got ku ji bo mafê rojnamegeran dê di her warî de têkoşîna xwe bidomînin