Wekî gelek ciwanan ez jî li dû gogê dibezim. Yê min hefteyê carekê ye; ne guh dide berf û baranê, ne jî kela kela havînê. Lê carinan jî dîsa wekî gelek ciwanan ez jî seqet dibim û "ji sehayan dûr dimînim."
Vê carê min di maçê de meçekê (zend) xwe şikand. Û tam wê demê Helîm Yûsiv li Stenbolê bû mêvanê me; tevî xanima xwe Sevda û ev keçika delal a di wêneyê de: Lorîn.
Lorîn keçikek şîrîn bû, ew jî wekî min reşik bû, lê ji wê wêdetir (li gor gotina Helîm) ew baş li çîrokan guhdarî dike, bê guhdariya çîrokan nikare razê ku vê yekê gelek bala min kişand û kêfa min anî. Min got ez jî ji te re çîrokak vebêjim, lê ne dema vegotina çîrokê bû, dema sohbet û kişandina wêneyê bû.
Di dawiyê de ev wêne ji me re ma diyarî.
Lê helbet piştî 35 rojan ez ji wê "alçiyê" û destê seqet xilas bûm; êdî bi her du destên (tiliyên) xwe klavyeyê bikar tînim. Ez rêzik bi tiliyên her du destan hatin nivîsandin ku ev jî nîşaneya başbûna destê şikestî ye.
Û min xwest vê wêneyê bi we re par ve bikim; Ev wêneyê ku êdî ew jî bû dîrok.
Cemil Oguz