Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera îdamkirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KNK'ê girîngiya dîrokî ya Komara Kurdistanê bibîr xist û got ku têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê berdewam dike.
Qazî Mihemed ligel Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokomar Seyfî Qazî û nûnerê Mehabadê li Parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed ê Tahranê Sadr Qazî, li meydana Çarçirayê hatin îdamkirin. Îro salvegera îdamkirina wan e.
KNK'ê ew bibîr anîn û got, "Kesên hatine darvekirin bi van hersê têkoşeran ve sînordar nîn in. Hem berî darvekirina Qazî Mihemed û hem jî piştî wê li Mihabad, Seqiz, Bokan û Miyabduab ê 22 efser û rêvebirên din yên Komara Kurdistanê jî hatin darvekirin. Çar efserên Komarê ku zivirîbûn Iraqê û bi Mele Mûstafa re neçûbûn welatê Sovyetê, li Bexdayê hatin darvekirin. Bi giştî 28 rêveber û efserên Komara Kurdistanê hatine darvekirin û tevlî nava karwanê şehîdên azadîyê bûne. Qazî Mihemed û hevrêyên xwe bi dilsozîyek mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û têkoşiyan. Bi avakrina Komara Kurdistanê re di rizgariya gelê kurd de gaveke dîrokî avêtin."
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi taybetî bi lihevkirina Brîtanya û Soveyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin re, bi rejîma Şahê Îranê êrîşî Komara Kurdistanê ya ku nû hatibû avakirin, kirine û wiha got, "Têkoşîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî û bêbextiya ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên kolonyalîst çawa nêzî kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe dikarin bêbextîyê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê re derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka kurd û çaresernebûna wê, hêzên mêtingere û ev nêzîkatiya wan îro jî didome."
KNK'ê got ku îro jî li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parastina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin û wiha got, "Tevî ku dewleta Îranê, her roj cezayên darvekirinê dide ciwanên kurd, têkoşer, siyasetmedar û çalakvanên kurd di zindanan de dîl digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmed û hevrêyên wî didomînin. Bêhtirî meheke Îran di nava şereke giran da ye. Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî, ji vî şerî gelek bi bandor dibin. Rejîma Îranê, ber bi rûxandinê ve diçe. Niha bi giştî di herêma rojavaya Asyayê da kaosek heye. Ev rewş hem xeterî hem jî derfetan bi xwe re tîne. Di serî de gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê divê ji vê rewşê re amade bin. Divê li hember êrîş û xeteriyan gel bê parastin û divê derfetên azadiyê jî bêne afrandin."


