Diyarname
Xelata Booker ya Navneteweyî ku di qada wêjeyê de xwedî ciheke girîng e hat dayîn. Nivîskarê bulgar Georgi Gospodinov bi romana xwe "Time Shelter" xelat girt,
Romana Gospodinov ji aliyê Angela Rodel ve ji bo îngilîzî hatiye wergerandin û vê romanê niha xelata girîng girt. Bi vê yekê bû yekem car bulgarek vê xelatê digire.
Ji bo xelatdayînê li Sky Garden a li Londona Îngilistanê merasimek li dar ket. Nivîska Gospodinov ligel werger Rodel beÅŸdarî merasimê bû. Xelata Booker a Navneteweyî yekem car di sala 2005'an de hat dayîn. Ji 2016'an ve jî her sal tê dayîn. Pirtûkek di qada navneteweyî de hatibe nivîsandin û ji bo îngilîzî hatibe wergerandin dikare berendam bê nîÅŸandayîn. Amadekar 50 hezar Euro pere wekî xelat didin nivîskar û werger.