Diyarname
Bi navê "Mîrateya Çandî û Dengbêjî" li Zanîngeha Dîcle gotûbêjek li dar dikeve. Di gotûbêje de li ser mijarên wekî Dîroka kurdan a devkî, Ji paşerojê heta niha dengbêjî, Li erdnîgariyên cuda çanda dengbêjî, Guhdariya li klaman û vegotina çîrokan dê bê axivîn.
Zeyneb Yaş û Seyda Goyan ku li ser muzîkê lêkolînên wan hene, ligel wan nivîskar Şeyhmus Dîken û dengbêj Salihê Qubînî dê beşdarî gotûbêjê bibin.
Çalakî 4'ê vê mehê saet 13.30 de li Salona Çand, Konferans û Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê dê li da bikeve.


