Diyarname
Nivîskarê ji Çekyayê Milan Kundera li paytexta Fransa Parîsê di 94 saliya xwe de canê xwe ji dest da.
Milan Kundera roja 1'ê avrêla 1929'an li Brno ya Çekyayê hatiye dinê. Ji ber ku bavê wî muzîkarekî navdar (Ludvik Kundera, 1891-1971) wî jî di zarokatiya xwe de dest bi muzîkê kir. Vê yekê gelek bandor li nivîskariya wî jî kir ku di berhemên xwe de muzîk bikar anî.
Kundera di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bû endamê Partiya Komunîst lê di sala 1948'an de ew ji partiyê hat derxistin. Kundera bûyerên hatin serê wî di pirtûka bi navê "Zert" (Henek) de belav kir. Ew di sala 1956'an de carek din bû endamê partiyê lê di sala 1976'an de ligel hin nivîskar û hunermendên navdar ku di nav de Vaclav Havel jî hebû ji partiyê hatin avêtin. 1979'an de pirtûka xwe "Kenên te û ji bîr kirina te" nivîsand. Ji ber vê partiyê ew ji hemwelatiyê derxist.
Kundera ku çû Fransayê sala 1981'ê de bû hemwelatiyê Fransayê. Kundera ku gelek pirtûk nivîsîne hin pirtûkên wî bûne mijara fîlman jî. Di sala 1985'an de Xelata Qudsê girtiye.
Li bajarêwî Brono li ser navê wî Pirtûkxaneya Mîlan Kundera vekiribûn. Berdevkê vê pirtûkxaneyê eşkere kir ku roja 11'ê tîrmehê ew li Fransayê miriye.