Yaşar Eroglu
Ziman hêmayeke zindî û giyanewer e. Eger ziman bi hişmendî û zanyarî neyê axaftin, dan û standin, nivîsandin û bikaranîn her roj ji vê tatbetiya xwe dûr dikeve û xira dibe. Eger ziman zindî û giyanewer be, wê çaxê rihekî ziman jî heye. Tiştên tên kirin û em tînin serê ziman eger li xwezaya ziman re bi hev nekin, rihê ziman wan qebûl nake, xav û xang dimînin.
Ji vê pêşvekirinê mebesta min ev e ku ez li ser bikaranîna paşgira “van” bisekinim ku pirî caran pir beloq hele û şaş tê bikaranîn. Ev yek jî xetereya ku min di paragrafa serî de dabû nîşan diqewimîne.
Di kurdî (kurmancî) de yek ji paşgirên peyvên nû pê tên dariştin jî “van” e. Paşgira “van” wekî paşgir û navgir û pêşgirên din wateyeke nû dide peyvê. Mînak, dema tê paş ‘berx’ê dibe berxvan. Berx tenê serê xwe wateyek e lê berxvan êdî ji eyarê berxê derdikeve wateyek lê zêde dibe û peyv wateya yê berxan diçêrîne digire. Her wisa; şivan, gavan, bilûrvan, dergevan, baxvan hwd wiha hatine dariştandin.
Di bîst salên dawî de gelek peyv bi paşgira “van” hatine dariştin û şaş têne bikaranîn. Mînak;:
Guhdarvan, beşdarvan, siyasetvan, rojnamevan, helbestvan, xwendevan û hwd.
Kî, ji bo çi dikeve tengasiyê, lêhatin, rastbûn û nerastbûna wê nanêre ‘van’ekî pê ve dike û peyveke nû didarijîne. Ji wan pir kes ên kurdî nû fêr bûne ne ku rêbazên ziman nizanin lê belê di saziyên çand, huner, çapemeniyê de ne, hunermend in û hwd. Bi bandor dibin, mohra xwe li gotinê dixin û nîrekî didine ser stûyê ziman. Bela ku xwendin û nivîsandin bi gelemperî li bajaran pêş e û li bajaran axaftina gund û bajêr her tişt serûbin kiriye, awayê rastî kêm tê zanîn ew jî didine dû awayê nerast û her roj awayê nerast kol û dora xwe berfireh dike, pê re jî ziman xira dibe.
Mantiqê ziman rê nade
Felsefe û mantiqekî her zimanî heye. Peyv û gotin li ser wê bingeh û esasê ava dibin. Her wiha hevoksazî ji bi awayî pêk tê. Di zaravayê kurmancî de du paşgir li pey hev nayên bikaranîn. Em hinekî vekin. ‘Guh’ organê bihîstinê ye. Koka peyvê ye. ‘Dar’ paşgir e ku li paş guh were bikaranîn wateyeke nû digire û wateya yên guh didinê, bala xwe didinê û dibihîsin didarijîne. Tu car nabe ku li pey guhdar ‘van’eke paşgir bê danîn û peyva wekî gundarvan jê bê dariştin. Ji bo beşdar jî heman tişt dikare bê gotin. Ango jixwe mebest bi paşgira ‘dar’ ve pêk hatiye. Ji aliyê mantiq ve guhdar û beşdar awayê rast in.
Yên radyoya kurdî ya Erîvanê guhdar kiribin wê baş bê bîra wan. Dema pêşkêşvanê bernameyê dest bi axaftinê dikir digot: “guhdarêd ezîz”. Tu caran nehatibû bihîstin ku bigota: “guhdarvanêd ezîz”. (Li wê herêma kurd lê ne, bi taybetî kurdên êzîdî pirjimariyê bi qertafa êd dikin.) Kesên ku wekî guhdarvan, beşdarvan bi kar tînin tehrîfateke mezin li ziman çêdikin û xira dikin. Nifşên nû jî awayê şaş wekî rast qebûl dikin û awayê nerast wekî rast di ziman de cih digire. Bi rastî jî guhdar û beşdar hem sivik hem jî herikbar in. Awayê din hem ziman giran dike hem zirarê dide ziman.
Paşgira van qabiliyetên negiran û xwezayî didêrîne
Eger em hinekî dîsa li ser mijarê hûr bibin em dibînin ku paşgira ‘van’ ne qertafeke pîşeyî, ne piçûker ne jî ya çêkirina tiştekî din e. Paşgira van qabiliyetên sivik û nîv xwezayî dide nasîn.
Mînak:
Şivan, gavan, berxvan, nêçîrvan, bilûrvan, dergevan, baxvan û hwd. Bala xwe bidinê hemû jî karên negiran in. Sade ne û qabiliyetên bilind naxwazin. Di hevpariya wan de xwedîderketin, muqatebûn heye, qabiliyeteke taybet hewce nake. Her kes dikare bike. Ne huner, ne xwendin, ne nota, ne felsefe û matematîk hewce dike. Paşgira van ji bo yên li jor hewce dike, rast û di cih de ye.
Ev awa ne di cih de ye
Em vegerin ser awayê bikaranîneke din. Siyaset, karê rojnameyan, helbest, xwendin karên bijare ne û jê re ked û qabiliyeteke bijare divê. Hinek pîşeyî ne, ji hinekan re kedeke pîşeyî divê. Bi paşgira van dariştina wan peyvan ne rast e, wan têgehan ji mantiqê ziman dûr dixe.
Kingê ku awayê siyasetvan, rojnamevan, helbestvan, xwendevan bê bikaranîn niheqî bi van karên bijarte re tê kirin. Ziman felsefeya xwe daniye. Li ser bingeha felseya xwe şîroveya xwe pêk tîne. Çawa ku li ser şîroveya felsefeyekê zayenda her tiştî diyar dike wisa jî li gorî felsefe û mantiqekî paşgir û pêşgiran qebûl dike. Li gorî derece û asta her tiştî, ji bo dariştina her peyveke nû paşgirekî erê dike, yên lê nayên pêşiyê lê digire. Paşgirên ok, dank, ik, dar, dêr, kar, ker, kêr, ger, gêr û hwd her yek li gorî mantiqekî roleke cuda daraştina peyv û têgehan pêk tîne. Lê bi rastî, çendî ku lê nayê jî paşgir, binavkirin û hwd. ên nerast li ziman tên spartin. Ya rast ev jî zilm e li ziman tê kirin. Paşgirên wan têgehan baştir tînin ziman hene. Li gorî mantiqê ziman ew ji yên bi van ve tên dariştin rastir û watedartir in.
Mînak:
Siyasetmedar, rojnameger, helbestkar, xwende/a. Ev awa tam van karan dinimînin. Peyva xwende yên ku xwendin û nivîsandinê zanin, ên dikarin bixwînin dide nasîn. Lê di zimanê nivîskî de wekî ‘xwendevan’ bi cih bûye, wekî awayê peyvê yê rast tê zanîn. Gelek peyv hene wiha di zimanê nivîskî de rûniştine û kes li hember dernakeve. Hem di ferhenga de hem di berhemên wêjeyî de cih girtine.
Hinin awarte (îstisna)
Dema ez li ser vê mijarê xebitîm çend peyvên dariştî derketin pêş min, min li gorî mantiqê min li jor daniye teqez nikaribû rave bikim. Yek ji van peyvên dariştî ‘tembûrvan’ bû, ya din jî ‘bilûrvan’. (Dibe ku wekî wan zêde hebin, ez li rastî wan nebûm an jî nehatine bîra min.) Her du jî navên amûrên muzîkê ne. Kêm zêde bi qabiliyeteke ji rêzê zêdetir tên lêxistin. Min eleqeya bilûrê bi şivaniyê re danî lê min nekaribû, ez bi rihetî tembûrê re jî eleqeyeke bi vî rengî daynim. Heta ez mantiqekî pê re daynim û rave bikim ez ê jê re bêjim awarte(îstisna).
***
Nivîsên Yaşar Eroglu yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Nîqaşek li ser dîtinên Perwîzê Cîhanî
- Rexneyeke derengmayî ji bo Medenî Ferho
- Di nivîsara kurdî de rexne û rexnegirî
- Di axaftina zimanê kurdî de cihê dest û dev
- Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û çend gotin
- Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin şaşiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî
***