Wan
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Koça Masiyên Wanê ku ji aliyê Walîtiya Wanê ku ji aliyê Şaredarî, Qeymeqamtî û Walîtiya Wanê hatiye organîzekirin, li ser Riya Erdîş-Wanê dest pê kir.
Walî Munîr Karaloglu di mîhrîcanê de axivî û diyar kir ku masiyên Wanê li nêzî Edîşê, çemên Delîçay û Bendîmanhî bikartîne û koça xwe dike.
Karaloglu da zanîn ku koça masiyên Wanê heybeteke xwezayê ye û wiha got: “Li herêmê Wan di warê çand, dîrok û erdnîgariyê de cihekî gelek girîng digere û her wiha markayek e. Masiyên Wanê tenê di Gola Wanê de dijîn û ji bo ku nifşê xwe bidomîne, dema hêk kirinê koçî ava şîrîn dikin. Ev cureyê masî gelek astengiyan li dû xwe dihêlin û ligel vê, taybetiya wan herî mezin jî difirin. Ev bûyer li cihanê tenê li du cihan mirov dikare bibîne. Ji van yek çemê Alaska û ya din jî çemê Bendîmahî ye. Divê em tenê li vê bûyera bi heybet temaşe nekin û em tenê ji bo xwe veneşêrin. Divê me ev bûyer bi her kesî re parve bikira. Îro em wê dikin. Ev dê van dîmenên bi heybet li hemû cîhanê belav dikin.”
Piştî axaftina Karaloglu xelatên ekîbên govendê yên ku ketibûn dereceyê hatin dayîn. Pêşangeh hatin vekirin. Mîhrîcan dê heta 7 hezîranê bidome.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin