Diyarname
Weşanên Helbest ku navenda wê li Swêdê pirtûka Lokman Polat a bi navê "Tu û evîna platonîk" weşand.
Pirtûka 112 rûpel e û têde kurtenovelên cur bi cur hatine weşandin. Di çîrokên ku hatine nivîsandin de mînakên ji rastiya jiyanê hatine pêşkêş kirin.
Nivîskar Lokman Polat di pêşgotina pirtûkê de wiha dibêje: "Dema min kurteçîroka 'Tu û Ew' nivîsî, ev nivîs, şêweya nivîsînê gelekî li xweşa min çû. Ez vegeriyam çîroknivîsînê û min bi vê şêweyê, bi stîleke ji bo min nû, pirtûka xwe ya kurteçîrokan ya bi navê 'Gulîzar' nivîsî û weşand. Min her wiha nivîsîna xwe domand û ev pirtûka ku di destên we de afirand. Ev şêwe nivîsîn, dê bibe rengê naverokên berhemên min yên kurteçîrok, kurteromanan û romanê, dê bibe metoda teknîka nivîskariya min.”