logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Mehmed Uzun, çîrokeke dirêj a nivîskariyê: Tarî mîna nivîsê nivîs mîna roniyê

Li ser piyan, li hev çûm û hatim; nivîsîna di derheqê Mehmed Uzun û di derheqê edebiyata wî de, bi rîsk bû ku bi qerarek

  • Dîrok: 13/02/2019
  • Beş: Serbest

CÎHAN ROJ

Beşa 1'em:

(bi nîyeta destpêkê)

Ev nivîs ji bo banga “sed xwendevanî” ye, deng li nivîskaran kiribûn

di derheqê berheman de her yek jê  nivîsekê lê bike…

Li ser piyan, li hev çûm û hatim; nivîsîna di derheqê Mehmed Uzun û di derheqê edebiyata wî de, bi rîsk bû ku bi qerareke wisa re, ê mirov biçûna û li ber textê kişikê rawestiyana, sebeb û niyeta mirovan ji wê çûyînê çiba jî gerek mirov secîh tevbigeriyana çimkî yek ji lîstikvanê kişikê her Mehmed Uzun bû/e, ê li hemberî wî, bi îhtîmaleke mezin, reqîbek ezelî bû/e wexta mirov li taxa edebiyata kurdî li meydanê be! Wekî çareya ku di eslê xwe de neçarî ye,  gerek mirov an bibe temaşevanê lîskê û bêdeng bimîne, an jî wekî alîgirekî tevbigere ku ew alîgirî an alîgiriya Mehmed Uzun e an jî alîgiriya reqîbên wî ye!

Qebûl dikim, ew lîsk bi feraseta Uzun a di warê dîplomasiyê de, bi cîdiyeta wî ya lênihêrîna li edebiyatê re, bi hewes û armancên wî re, bi rastiya nivîskariya wî re, mîna ku her hatibû sêwirîn! Mirov bi rihetî dikare bêje wekî hewla temsîla avakariya edebiyatekê, taqeta sêwirînên wî yên di wê qadê de, ji feraseta sêwirînên romanên wî serkeftîtir e! Heger mirov pragmatîst be mirov ji rexneyê bêhtir dikare ji bo wê ferasetê li çepikan bide ku ew feraset, hewl û têkiliyên wî bûne sebeb edebiyata romana kurdî di nav dewletan de were nasîn û gengêşîn. Bi gotina Îbrahîm Seydo Aydogan, ew bûye sebeb romana kurdî populer be.

Helbet ê karê min zorbûya, li hêlekê nivîskarekî ku bi gengêşî, bi hewl û nivîskariya xwe bûye sebebê pêşveçûnan, nivîskarekî wisa ye ku li hin dewletan têra xwe hatiye nasîn, di derbarê wî de gelek qebûl hene li alî din jî ew nivîskarekî  edebiyata zimanê min e, ji bîst salan vir ve ye berhemên wî dixwînim, nivîsên wî dixwînim, nivîsên di derheqê wî de dixwînim û  pirî caran bi hewl bûm bi bîr bixim, bêjim, heya romanûsiya Mehmed Uzun neyê gengêşîn, li bakur, di edebiyata kurmancî de ê gelek  alî kêm bimînin.

Li alî din jî gengêşiyên di derheqê wî û edebiyata wî de, bi awayekî, mîna warekî bi mayîn e ku hin mayîn ên rastî bin hin jê jî ên qestî û xapînok in! 

Me behsa lîsk û alîgiriyê kir, wekî li jor hate bibîrxistin, li taxa kurdî  li derdora nivîskarên bi Tirkî dinivîsîn, belkî mirov bêje têkiliya wan a bi kurdî re qels bû ew bi sekna xwe têne pêş mirovan, alîgirî û reqîbiya siyasî tê pêş mirovan, polemîk û gengêşiyên  ji qebûl, ezber û dubareyan ên derheq edebiyata wî de têne pêş, gengêşî û tespîtên li cî têne pêş, a herî zor ew e ku kesên ku navê wî her ji bo ranta navê xwe anîne rojevê û pê re jî kesên ku ji bo navê xwe dijberiya wî a sert a siyasî kirine tê pêş mirovan…

Wexta min hewl dida ez qerarê bidim romana wî “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” li hêlek hişê min bû (ku beşa sêyem a vê nivîsê ê di derbarê wê romanê de be) ku gelek nêzikahî û dîtinên Uzun ên sosyolojîk, tarîxî ên di derheqê kurdan de vedihewîne ku hin jê rast bin jî hin jê wekî nêrînên çavekî ji hundur ên kêm û bixelet in! Ew nêrînên wî dibin sebeb mirov bipirse bê gelo têra xwe ji bo romanên xwe û bo kurdan, jiyana wan lêkolîn kirine an na? 

Min sernavê nivîsê bi saya navê wê romanê saz kir, peyva tariyê di romana wî de xirabiyê îfade dike ku ê di nivîsa min de “tarî” wekî şevbûya, şev jî wekî nîvê jiyanê bihata dîtin ku bi alî başî û nebaşiyên xwe ê nîvê jiyanê ba, ew jiyan jî li gorî dîtin û sekna kesan biguheriya.

Mîsal, bi awayekî hestiyarî, mirov dikare bêje, çi xeletî û kêmaniyên wî hebin jî gerek mirov biavêje bin lingê xwe çimkî Uzun kesekî wisa ye ku bi keda xwe, bi hewla xwe bûye sebebê gelek gavan… Ne nêzikahiyeke ji rêzê ye û rastiya gotinên wisa heye lê meseleyên edebî hene li meydanê, li welatên dîtir nivîskar û nifşan gav û edebiyata berî xwe dane ber lêpirsîn, gengêşî û rexneyan wisa pêş de çûne ku carna mirovên wisa meşhûr dane ber rexneyan ku ji bo hinan mirov diheyire bi ferqekê wexta wan rexne li kesan girtine rexneya wan jî dibe sebeb mirov hurmet li kesên rexnelêhatî girtin bigire. Ew xal ji bo min gelek muhîm e ku ez ê di vê nivîsê de ji wê hêlê ve baldar bim, hewl bidim ê nivîsa min li hêlekê bibe sebeb da detay û taybetiyên qelema Uzun careke din, bi awayek fesîh werin bibîranîn li alî din jî rexne û dîtinên min ên di derheqê edebiyata wî de bibin sebeb da hin xal û taybetiyên edebîyata me werin bibîranîn…

Bi kurtî dibêjim, heke textê kişikê şert be û ji taqeta min derê an jî ez di hin xalan de neçar bimînim ku bi lîstikvan û temaşevanan re bibim mixatab ez ê hewl bidim textek piçûk ê kişikê di nav vê nivîsê de têxim bin çengê xwe, bimînim li benda xwendevanên dema me, heta carnan ez ê bi kêfxweşî  xwe bidim alî da ku xwendevan û edebiyata me û nivîskariya Uzun berhemên wî  bilîzin… 

A ku ez hêvî dikim û ez ê bi hewl bim, bi bîr bixim,  em ê maf û azadiya xwe bikarbînin, bi tercîh bin ji bo rê û rêbazên edebî ku em dikarin bi deng bikin di edebiyata kurdî de ne şert e textê kişikê hebin; xelîçeyeke edebî a ji dena avî wê baştir be, bila çavên me her li xelîçeyên wisa bin, xelîçeyek ji berhem û nivîsan her hebe; wê bi her dilopê re tişt ji wê xelîçeyan biguherin û kesin fotografê xelîçeyê bikişînin û hilawêsin, kesin şîroveyên xwe ên di derheqê xelîçeyê de binivîsînin û her dubare bikin, kesin rahêjin çoyê xwe û xelîçeyê tevlîhev bikin… Xelîçeyeke ji reng û boyaxên edebî şikilgirtî…

Mehmed Uzun ku pê re coş, manîpûle, ajîtasyon, rastî têne bîra mirovan. Mehmed Uzun ê ku haydar bû “edebiyata dinyayê” çi ye, her hewl dida wê edebiyatê bike lê bi dehan salan ji warê zimanê xwe dûr û bi wê îdîayê bû ku wî bi wî zimanê dûr mayî yê kêm, ê teng berhemên li ser rêya edebiyata dinyayê biafiranda! Êşên nakokî û rastiyên wisa bînin ber çavên xwe hûn ê texmîn bikin bê ji derî êşên miletê wî êşên edebiyata wî ne hindik bûne. Belkî, rewşa li Swêdê, derfet û îmkanên li wir, zemîna bi demokrasî, desteg û derfetên lêkolîn û xwendinê dibûn sebeb êşên wî kêmtir bin lê heke ji min were pirsîn bêşensî û astengiya herî mazin a li pêş nivîskariya wî ew bû ku ew bi dehan salan ji zimanê xwe dûr bû ku di romanên wî de ji arîşeyan jê yek ew e ku ji kurdî bêhtir bi tirkî hatine fikirîn wisa ku wî nivîsên xwe yên pexşanî-ceribî bi tirkî nivîsîn, wexta di hevpeyvînan de ji bo wê rewşê pirs jê dihatin kirin wî bersivên wisa didan ku mirov nikare bi wan bersivan qanih bibe, rastî ew bû ku ew ji welatê xwe û ji zimanê xwe dûr bû, peyv û zimanê di bîra wî de têrî pexşan-ceriban nedikir!

“Lê rawest navê, ew divê zûtirîn wext bi cih bin. Ew nikarin tevdîrê ji dest berdin…”(Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê,rp.38) Wekî ezberekê, bêyî lêkolînên berfireh mirov nikaribe bêje wî romanên xwe, bi tirkî ,pêşî di hişê xwe de nivîsîne, saz kirine, lê mirov dikare, bi rihetî, bêje, ji ber sebebên dûrbûna ji welatê zimên, tesîr û sazkirina zimên a “zimanê romanên wî” a bi tirkî ne hindik e!

Li derî mijarê be jî em dikarin bi bîr bixin belkî bidin berhev û bêjin, kesên li welêt nivîskarî dikirin ji derftên li dîasporayê, exlebe ji derfetên wekî ên li Swêd, bêpar bûn lê li warê zimên dijiyan, her geşedanên di zimên de ji bo wan dibû derfet. Li hêlekê Uzun û kesên wekî Uzun bi hewl û bi bîrxistinên xwe balê didan “edebiyata dinyayê”, ew dianîn rojevê, girîngiya edebiyatê dianîn rojevê, balê didan azadiya qelemê û kesên li welêt jî bi zindîbûn û zengînbûna zimanê xwe (ji rewşa heyî helbet arîşeyên modernîzebûna zimên li wir jî ne hindik bûn) derfetên zimên geştir dikirin ku edebiyata li Kafkasyayê jî li milê xwe gelek derfet pêşkêş dikirin bi tevî keda li dîasporayê a li gelek deveran, klasîk û mîrateya edebî…  bi awayek hev temam dikirin. Ji bo warê romanê jî, piştî Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Îbrahîm Ehmed, Uzun ew romanûs e ku şêwaza xwe bi dest xistibû, ferqa wî ew bû ew wekî avakarekî tevdigeriya, ka ji bo zimanê kurdî an jî romana kurdî avakarî tê çi mehneyê, heya ku rastiyên wê hene ew mijarên nivîsên dîtir in.

 Mehmed Uzun ê ku sirgûnek siyasî bû, ji wê sirgûniya xwe her bi xeyala “welatekî  piçûk” ê edebî bû. Ne rihet e ku mirov kumê xwe ê siyasî (ku siyaseta di salên heftê de a qada siyaseta kurdan de, hem jî wekî berpirsiyarekî kovareke siyasî) deyne hêlekê û xwe li edebiyatê bigire, karibe xwe biguherîne û takekesiyê derxe pêş. Têkoşîna wî ya li hemberî xwe balkêş e. Aliyek serkeftina wî ya herî muhîm e.

Ji zemîna dilê xwe ya helbestvanîyê, mirinê wekî sirgûnekê dibînim. Mehmed Uzun, ji welatê xwe wekî sirgûnekî sîyasî dûr ketibû. Li welatê xwe, ew wekî sirgûniyekî edebî hate oxirkirin. Ji bo me edebiyatvanan wisa bû qenebe. Di wexta şer û pevçûnan de helbet me şahidî dikir ku di rabêjên siyasî de her alî û her kesî dixwest “Mehmed Uzun” ê ‘wî’ be, ê ‘wan’ be!

Ji bo pevgirêdana beşa duyem ku ew ê bi awayek berdewamî be, hin detayên dîtir ên edebiyata wî bin, rabêj û dîtinên wî bin, bîrxistin bin ku yek jê ew e û balkêş e ku dîtin û nihêrînên Uzun ên berî meşhûrbûna wî û ên li dû meşhûrbûna wî, ên li roman û edebiyata kurdî, di hin xalên muhîm de, li hev nakin, berevajî hev in!

Aniha em ê serî li qalibeke ji folklorê bidin ku Uzun jî di romanên xwe de bikardianî:

‘Bila ev aniha bimîne li vir’… Ka em binihêrin bê wekî din qe çi bûbû çi nebûbû! 

Nîşe: Sed Xwendevanî bang kirin, dibêjim sed xwendevanên kurdî, de hesab bikin… Li xwe mukir têm ku heyecana bi min re ne hindik e, ne mihnet û hesabên piçûk dikim, hewl didim xîtabê dengê wan bikim her wiha bihestiyarî tevdigerim ku bila ji bo wan bibe moral da ew bêjin, her gav, her xebat û bang, bi awayek, digihîjin mexseda xwe, divê mirov serbest be, bê yî metirsî be…

Ka bo beşa duyem û a sêyem ez ê karibim bi çi taqet û bi berdewamiyek çawa werim pêşberî xwendevanan…

**



- Daxwaza 100 xwendevanan ji nivîskarên kurdan 


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Reqîbê Spanya Îtalya ye

ad

Îro anketên nû: KONDA û METROPOL'ê jî anketên xwe belav kirin

ad

STK'yên Mûşê Makezagona Sivîl û efûya giştî xwestin

ad

Hatip Dicle: Ger guleyek biteqe Erdogan li cihê xwe namîne

ad

Tuncer Bakirhan û Nêçîrvan Barzanî peyam belav kirin

ad

Amazonî soz da Hindistanê: Milyonek karkerê newey

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname